Li Tebqa panela "Jin di olan de" 

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongreya Îslama Demokratîk paneleke diyalogê bi navê "Jin di olan de" organîze kir.

Li Tebqa panela "Jin di olan de" 
Li Tebqa panela "Jin di olan de" 
Li Tebqa panela "Jin di olan de" 
Li Tebqa panela "Jin di olan de" 
Li Tebqa panela "Jin di olan de" 
24 îlon, 2024   17:20
TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongreya Îslama Demokratîk ên kantona Tebqayê panela diyalogê bi navê "Jin di olan de" li dar xist. Di panelê de bal kişand ser cih û mekaneta jinan di olan de.

Panel li hola Meclisa Olî ya Meqasim Xerbiye ya Tebqayê hat dayîn. Di panelê de bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Olî û endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê beşdar bûn.

Mijara yekemîn a li ser jin di civaka xwezayî de ji aliyê rêvebera Komîteya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Diya Miqdad ve hat birêvebirin. Di mijarê de hat diyarkirin jinan çandinî û derman vedît. Di serdema Sumerî de jin ji asta xwedawendiyê daket asta koletiyê û ev yekemîn şikandina wê bû.

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî mijara duyemîn a li ser şikandina jinan di olan de xwend. Huda got olên Cihû, Xiristiyan û Îslamê jin reş kir.

Beşdaran diyar kir ku ol ji bo reşkirina jinan û pêkanîna berjewendiyên hin aliyan hatine bikaranîn. Her wiha wan diyar kir ku Rêveberiya Xweser cihê guncaw ê jinan da wan, nirx û exlaq parastin.

Yek ji beşdaran mixabîniya xwe ji civakeke tê de exlaq hatiye têkbirin anî ziman û got e whin têgehên di ola îslamê de nas nake û dive jin li ser wê bixebitin û sererast bikin.

(mh)

ANHA