Hejmara qurbaniyên lehiya li Teksasê 100’î derbas kir

Li eyaleta Teksas a li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji ber karesata lehiyê hejmara qurbaniyan bû 104 kes.

Hejmara qurbaniyên lehiya li Teksasê 100’î derbas kir
8 tîrmeh, 2025   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hejmara ku rayedaran herî dawî aşkera kir, tenê li herêma Kerr ku herî zêde ji ber lehiyê bandor lê bûbû, 84 kes ku di nava wan de 28 zarok in, mirin.

Aliyê herî dramatîk a karesatê li kampeke havînê ya xiristiyanan a bi navê Camp Mystic li ser Çemê Guadalupe qewimî. Ji 750 kesên li kampê, di nav de zarok û mamoste jî hebûn, 27 kesan jiyana xwe ji dest da.

Waliyê Teksasê Greg Abbott hişyarî da ku barana berdewam a li herêmê dikare bibe sedema lehiyên nû. Bêhtirî 400 xebatkarên rizgarkirinê bi piştgiriya helîkopter û dronan hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin. Lêgerîna windayan bi taybetî li dora bajarê Hunt dewam dike.

Senator Ted Cruz bûyer mîna "trajediyek ku dilê dewleta me şikandiye” bi nav kir. Hat ragihandin ku zarokên Cruz betlaneyên xwe yên havînê jî li kampê derbas kirine.

Şêniyên herêmê, ji ber di dawiya hefteyê de bi awayekî têrker ji aliyê rayedaran ve nehatine hişyarkirin, nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Roja Înê, sibeha Roja Serxwebûna DYA’yê, Çemê Guadalupe di nava 45 deqeyan de 8 metre bilind bû.

Serokê DYA’yê Donald Trump karesat wek "karesatek ku di sedsalekê de carekê çêdibe" bi nav kir. Trump ji bo Teksasê îlaneke karesatê îmze kir da ku alîkariya federal pêk bê. Trump, rexneyên ku kêmkirinên budçeyên meteorolojîk pergalên hişyariyê qels dikin, red kir.

Zanyar dibêjin ku guherîna avhewayê, li gel çalakiyên mirovan, bûyerên hewayê yên wiha yên dijwar pirtir û wêranker dike.