Rexneyên li hikumeta veguhêz û nezelaliya Erdogan mijarên rojnameyan bûn

Rojnameyan şahiyên ku hikumeta veguhêz li Sûriyeyê lidarxistin rexne kirin, bi taybet ku li herêmên peravê şewateke mezin heye. Helwesta Erdogan jî der barê banga rêber Abdullah Ocalan ne zelal e.

Rexneyên li hikumeta veguhêz û nezelaliya Erdogan mijarên rojnameyan bûn
8 tîrmeh, 2025   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa Sûriyeyê û nezelaliya Tirkiyeyê ya der berê banga Rêber Abdullah Ocalan de nivîsandin.

‘AGIR LI PERAVÊ Û ŞAHÎ LI ŞAMÊ’

Rojnameya Al Modon a elektronîk behsa şahiyên fermî yên ku hikumeta li Şamê li dar xistin ku di heman demê de li herêmên peravê şewatên daristanan berdewam dikin, rojnameyê da zanîn ku ev şahî ji "xwenîşandanê" hatin lidarxistin, bi boneya ragihandina “Nasnameya Dîtbarî ya Sûriyeyê”. Lê li welêt karseteke jîngehê û ya nîştimanî çêdibe.

Rojnameyê her wiha nivîsî: “Ji bo rayedaran ne guncaw bû ku pîrozbahiyan ji derxistina logoya fermî ya nû li dar bixin, ji ber ku di heman demê de beşek ji welêt bi rastî dişewite û metirsî heye ku agir belav bibe.”

Her wiha nivîsî: "Ragihandina rewşa awarte ji bo pêşîgirtina karesatekê, ne tenê ji bo anîna piştgiriyê feyde ye, lê her wiha hestiyariya desthilatê nîşan dide. Lê berovajî wê desthilatê şahî li dar dixist.”

‘NEZELALIYA ERDOGAN DIKARE PÊVAJOYA PKK`Ê YA ÇEKDANÎNÊ ASTENG BIKE’

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser nezelaliya Tirkiyeyê der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla rêber Abdullah Ocalan ve hatî dayîn de nivîsand û destnîşan kir ku serkeftina pêvajoyê "Ne tenê bi gavên PKK`ê ve girêdayî ye, lê her wiha bi helwest û bertekên hikumeta Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Rojnameyê pirsî ka gelo Enqere dê tedbîrên berbiçav bigire, wekî derxistina biryara efûyê.”

‘KENDAV Û ÎRAN... DERFETÊN HEVKARIYÊ’

El Quds El Erebî nivîsand ku Çîn li Rojhilata Navîn roleke mezin dilîze û bandora wê ya mezin li ser Îranê heye ku dikare bibe alîkar ku polîtîkayên wê yên li dijî dewlemendiya herêmê, bi taybet herêma Kendavê, sînordar bike.

Lê li gorî rojnameyê vebijêrka stratejîk a herî guncaw û demdirêj ji bo welatên Kendavê ne tenê navbeynkariya Çînê de ye, lê divê dan û standina wan bi Tehranê re hebe, her wiha pergala xwe ya ewlehiyê ya hevbeş bi hêz bikin.”

(k)