‘Bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aştî çênabe’

Hevserokê MSD’ê di civîna li Hesekê de got bêyî rola çalak a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aştî û aramî li Sûriyeyê çênabe.

‘Bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aştî çênabe’
8 tîrmeh, 2025   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) civînek li bajarê Hesekê li dar xist. Di civînê de hevserokên MSD’ê Leyla Qereman û Mehmûd El Mislit, endamên meclisê, nûnerên partiyan, saziyên civaka sivîl û hêzên demokrat ên di bin sîwana meclisê de, amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre nirxandineke berfireh li ser geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê hat kirin. Hevserokên MSD’ê diyar kir ku divê performansa siyasî û rêxistinî ya meclisê wek aliyekî nîştimanî ya rasteqîn di diyarkirina siberoja welat de were xurtkirin.

Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit diyar kir ku qonaxa bê di diyarkirina sibroja welat de pir girîng e û got MSD bi rihekî lihevkirinê yê dûrî dijminatî yan jî dûrxistinê kar dike. Her wiha anî ziman, bêyî roleke bibandor a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aştî û aramî çênabin.

El Mislit destnîşan kir ku MSD li pêşiya lihevhatinê nabe asteng û wiha dom da axaaftina xwe: "MSD bingehîna diyaloga siyasî ye, roleke berfirehtir û kûrtir dilîze. MSD wek şirîkeke stratejîk a Şamê û endameke çalak a Koalîsyona Navneteweyî ye. Ev yek hewce dike ku ew di mijûlbûna bi pirsgirêkên derketî re nermbûn û berpirsiyariya herî zêde nîşan bide. Ev yek dê di xurtkirina îstîqrarê û avakirina aştiyeke berfireh a li Sûriyeyê de bibe alîkar."

Hevserokê MSD’ê hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de wek nîşaneyên erênî yên avakirina pirên baweriyê bi nav kir û got: "Ji bo xurtkirina têkiliyan bi dewletên Ereban re divê stratejiyên nû werin sazkirin."

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî rewşa siyasî nirxand û diyar kir ku nakokiyên jeosiyasî nexşeya herêmê ji nû ve saz dikin û bandorên wê yên li ser Sûriyeyê jî diyar dibin.

Leyla Qereman tunebûna tevgereke nîştimanî ya cidî rexne kir û hişyarî da ku bêdengiya serwer û hebûna helwestên nîştimanî aloziya Sûriyeyê kûrtir dikin. Leyla li dijî xîtaba nefretê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da û xwest ragihandin li hemberî vê xîtabê bi aqilmendî tev bigere.

Leyla Qereman di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku MSD dengê rasteqîn e ku hêviyên sûriyeyan îfade dike û armanca wê ne nakokiyên bi Şamê re ye, lê avakirina lihevhatinên nîştimanî ye.

Beşdaran jî der barê rojeva civînê de nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin, avakirina têkiliyan bi welatên erebî re wekî şertekî sereke yê serxistina her projeyeke nîştimanî ye.

Beşdaran bal kişand ser peymana di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şerî de jî wek bingehekê nirxand ku dikare ewlehiyê mîsoger bike û tifaqa navxweyî bi hêz bike.

Beşdaran siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê red kirin û got divê mafên tevahiya pêkhateyan di çarçoveya dewleta Sûriyeyê ya yekbûyî û adilane de werin mîsogerkirin.

MSD’ê di dawiya civînê de destnîşan kir ku dê xebeta civakî û berpirsyariya serxistina pêvajoya siyasî ya giştî bidomîne heta ku aştiyeke mayînde were avakirin.

(bb)