Hejmara qurbaniyên erdheja Afganistanê derket hezar û 200 kesî

Hejmara qurbaniyên erdheja li Afganistanê pêk hat hezar û 200 kes derbas kiriye, hejmara birîndaran jî derdora 3 hezarî ye. Tê gotin ihtîmala zêdebûna hejmara qurbaniyan heye.

Hejmara qurbaniyên erdheja Afganistanê derket hezar û 200 kesî
2 îlon, 2025   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di erdheja Afganistanê de zêdeyî hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest da û derdora 3 hezar kes birîndar bûne. Xebatên rizgarkirinê di nava şert û mercên zehmet ê xwezayê de hîn jî didomin.

Li herêma rojhilatê Afganistanê duh di satên destpêka rojê de erdhejek bi hêza 6.2 pile li ser pîvana Rixter pêk hat. Şêniyên herêma di navbera paytext Kabul û Islam Ebadê de bi erdhejê hesiyan.

Ji ber herêma çiyayî ya dijwar û nebûna rêyan tîmên rizgarkirinê zehmetiyan dikşînin. Li gorî rayedarên herêmî wêranî di malan de zêde ye û ihtîmala hejmara miriyan hîn zêdetir bibe, heye.

Afganistan yek ji welatên herî zêde tûşî erdhejan dibe. Sala derbasbûyî jî erdhej pêk hat û di encamê de zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

(dc)