IAEA: Şopên Uranyûmê li Sûriyeyê hatin dîtin

IAEAˊyê ragihand ku li cihekî ku di sala 2007ˊan de ji aliyê Îsraîlê ve li Dêrazorê hatibû bombebarankirin, şopên uranyûmê hatine dîtin. Ev yek nîşan dide ku ew reaktoreke nukleerî ya veşartî bû.

IAEA: Şopên Uranyûmê li Sûriyeyê hatin dîtin
2 îlon, 2025   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Enerjiya Atomî (IAEA) ya NY roja duşemê di raporekê de ji welatên endam re diyar kir ku wê di dema lêkolîna li ser avahiyek ku di sala 2007`an de ji aliyê Îsraîlê ve hatibû hilweşandin de, şopên uranyûmê li Sûriyeyê dîtine. Ev yek nîşan dide ku ew cih bi îhtîmaleke mezin reaktoreke nukleerî ya veşartî bû.

Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed îdia kiribû ku ew cihê li Dêrazorê, baregeheke leşkerî bû. IAEAˊyê di sala 2011`an de gihîşt wê encamê ku avahî bi îhtîmaleke mezin reaktoreke veşartî bû ku divê Şamê eşkere kiriba .

Di raporê de, ku ji aliyê Reuters ve hatiye weşandin, hatiye gotin ku ajansê par ji sê cihan nimûneyên jîngehê girtine û lêkolîn kirine.

 Di lêkolînê de hejmareke mezin ji perçeyên uranyûmê yên xwezayî li yek ji wan cihan hat dîtin.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku "Rayedarên niha yên Sûriyeyê diyar kir ku haya wan ji hebûna van perçeyan tune ye", lê destûr dane ajansê ku di Hezîrana borî de vegere cihê bûyerê da ku nimûneyên din bigire.

Di hevdîtinek navbera rêvebirê Giştî yê IAEAˊyê Rafael Grossi û Ehmed El Şari de, Şam razî bûye ku bi ajansê re hevkariyê bike da ku karên wê yên nukleerî yên berê berdewam bike.

Piştre Grossi ji Sûriyeyê alîkarî xwest ku di mehên pêş de vegere Dêrazorê da ku lêkolînên zêdetir bike, belgeyên têkildar binirxîne û bi kesên ku tevlî wan karan bûne re hevdîtinê bike.

(k)