Hêzên Îsraîlê li gundewarên Derayê lêgerîna malan pêk anî

Hêzên Îsraîlê bi 4 wesayetên leşkerî derbasî gundê Cemlê yê rojavayê Derayê bûn û malên şêniyan kontrol kirin.

Hêzên Îsraîlê li gundewarên Derayê lêgerîna malan pêk anî
1 îlon, 2026   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR‘ê ragihand ku hêzeke Îsraîlê ku bi 4 erebeyên leşkerî pêk dihat derbasî gundê Cemlê yê herêma Hewza Yerûmkê yê gundewarê rojavayê Derayê bû.

Li gorî SOHR‘ê hêza ketî gund malên şêniyan kontrol kirin. Lê nehat zanîn ku tu kes hatiye girtin an na.

Beriya niha jî yekîneyeke ku ji 10 erebeyan pêk dihat di deriyê Tel Ebû El Xeysarê re derbasî gund bibû û di nava taxan de belav bûn.

(bb)