Şaredariyên bajarokan neçar man projeyên xwe rawestînin

Li herêma Çilaxayê şaredariya bajarokê Kêşik mûçeya salane wernegirtiye û neçar maye ku projeyên xwe rawestîne.

18 tebax, 2026   03:43
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şaredariyên bajarokan hîna mûçeya xwe ya salane wernegirtine û vê yekê bandor li ser rewşa xizmetguzariyê kiriye. Projeyên çêkirin û ziftkirina rêyan, dayîn û nûkirina şebekeyên kanalîzasyonê û lêkirina piran navbera gundan de, hatine rawestandin. 

Li herêma Aliyan a gundewarên Çilaxayê di navbera bajar û gundan de rêyên ax hene û demsala zivistanê gelek zehmetî dibînin. Mînak şêniyên gundê Batirzan, Bakirwan, Qasteban, Gundikê Şelal, Dêrna Axê û gundên dîtir ji ber rêyên wan hîna axe û xirabe ne demsala zivistanê zehmetî dibînin û carne nikarin xwe bighînin bajêr.

Hevserokê komuna gundê Çalika Merwan Îsmaîl ji ANHA`ê re axivî û got li gundên herêma Aliyan gelek pirsgirêkên xizmetguzariyê hene û ji ber mûçeya salane nedane projeyên şaredariyê rawestîne û ev yek bi taybet demsala zivistanê de wê bibe sedema gelek pirsgirêkan.

Îsmaîl anî ziman ku divê bi lez binesazî çêbe û şaredarî projeyên xwe pêkbîne, heke ev pirsgirêkên xizmetguzariyê çareser nebin dê heman pirsgirêk dubare bin.

Rêveberê şaredariya bajarokê Kêşik Hesen Faris diyar kir ku şaredarî her sal bi komunan re dicive, li daxwazên şêniyan guhdar dike û li gorî pêdiviyên şêniyan proje datîne.

Faris anî ziman ku ew îsal jî bi şêniyên herêmê re civiyane û ji bo herêma Aliyan a girêdayî şaredariya bajarokê Kêşik 20 proje pêşkêş kirine lê ji ber mûçeya salane nedane şaredarî neçar ma ye ku projeyan rawestînê.

Faris ji bo projeyên girêdayî avê jî got: "Me projeyên girêdayî avê rakirin gerînendeya avê. Piştî entegrekirina saziyên rêveberiya xweser û yên dewletê êdî gerînendeya avê bi şaredariyê ve ne girêdayî ye. Projeyên şaredariyan ên gundan hemû hatine rawestandin û tenê 300 hezar dolar ji bo şaredariyên bajaran hatiye dayîn. Bi vê mûçeyê şaredariyên bajaran dê projeyên girêdayî bajêr û gundên wê pêk bîne. Mûçe ji bo şaredariyên bajarokan nehatiye dayîn. Pîlansazî hebû ku aracan bidin şaredariya Kêşik û pirsgirêkên xizmetguzariyê yên wê herêmê çareser bikin. Lê hemû projeyên şaredariyên bajarokan hatine rawestandin."

(np)

ANHA