Heftename: Şamê hewldanên xweşikirina rûyê xwe didome

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de cih dan hewldanên hikumeta Şamê yên xweşikrina rûyê xwe li hemberî civaka navneteweyî, biryarên Kongreya Brukselê ya Piştgiriya Siberoja Sûriyeyê û welatên herêmê, her wiha hewldanên pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de.

Heftename: Şamê hewldanên xweşikirina rûyê xwe didome
2 hezîran, 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê ’Hikumeta Sûriyeyê hewl dide rûyê xwe ya ewlehiyê xweşik nîşan bide da ku desteka hundirîn qezenc bike û tecrîda ji derve bişkîne’ weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku wezareta hundirîn a hikumeta Şamê ji bo dema girtina kesên bi guman û lêpirsînê biryarên  kontrola ewlehiyê da. Hate gotin, hikumeta Şamê ferman da ku kesên îsbat li ser wan tune ku destê wan di sûcê de tune bin, neyê binçavkirin

Li gorî rojnameyê, hikumeta Şamê piştî guhertinên ku di sazumaniya saziyên leşkerî de û guhertinên di partiya Baas’ê de çêkirine propagandeyeke pêvajoyeke nû li welat dike.

Di nûçeyê de hate gotin çavdêr diyar kirin ku armanc ji guhertinên ku rejîm çêdike ew e ku rûyê xwe li pêşiya welatiyên Sûriyeyê û civaka navneteweyî re xweşik nîşan bide û gavan ber bi avakirinê û sererastkirina têkiliyên xwe yên bi hundir û derve re biavêje.

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî encamên an jî biryarên Kongreya li Brukselê ya `Piştgiriya siberoja Sûriyeyê û dewletê cîran` nûçeyek bi sernavê `Lubnan ji encamên kongreya Brukselê ne razî ye` parve kir. Hate gotin, encamên kongreyê ne li gorî hêviyên lubnaniyan bûn ku dixwestin penaberên sûriyeyî vegerin welatê xwe. Her wiha hate diyarkirin ku beşdarên kongreyê li hev kirin ku ji ber ku şert û mercên vegera li Sûriyeyê ne guncaw in, behsa vegera penaberan nayê kirin.

Rojnameyê cih da nêrînên hikumeta Lubnanê ku li Sûriyeyê cihên ewle hene ku penaber dikarin lê vegerin, lê belê civaka navetneweyî bi awayekî zelal vê mijarê bi çareseriya siyasî ve girê dide.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî lubnanî yê resmî wergirtiye, pêşnûmeyên kongreya Brukselê "bedbîn in", lê saziyên ewlehiyê yên Lubnanê di girtina tedbîrên xwe yên ewlehiyê û qanûnên lubnanî li ser niştecihên nerewa de berdewam in.

BANDORÊN QEZEYA LI SÎNOR LI SER TÊKILIYÊN DI NAVBERA MISIR Û ÎSRAÎLÊ DE

Malpera Sky News El Erebiye cih da bûyera guleberandinê ya li ser sînorên Misir û Xezayê ku di encamê de leşkerekî misirî hate kuştin. Hate gotin, vê bûyerê gelek pirsnîşan der barê bandora wê li ser têkiliyên di navbera Misir û Îsraîlê de çêkirin.

Rojnameyê di nûçeya xwe de şîroveyên pirsporên leşkerî û çavdêran parve kir ku têkiliyên siyasî û ewlehî yên Misir û Til Evîvê, rûbirûyî qutkirinê ne heke bilez bi metirsiyên Misirê yên li ser sînor re û rewşa Refehê re mijulbûn çênebû.

`TEVGERÊN NAVNETEWEYÎ JI BO ÇARESERKIRINA XETIMANDINA SIYASÎ YA LI LÎBYAYÊ’

Der barê Lîbyayê de rojnameya Îtîhad El Îmaratiye ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Lîbyayê; ji bo çareserkirina xetimandina siyasî ya li welat û aktîfkirina  rêgeha leşkerî ya di navbera endamên komîteya (5+5) de, bi pêşengiya şandeya NY’yê tê kirin.

Di rojnameyê de hate gotin "Çavkaniyên Lîbyayî diyar kirin ku cîgirê serokê nûneratiya Netewên Yekbûyî yê ji bo kar û barên siyasî li îmkanan bidestxistina lihevhatineke siyasî di navbera pêkhateyên Lîbyayê de û parastina destkeftiyên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş ya Lîbyayê digire. Her wiha diyar kir ku şande  dixebite da ku di 3 mehên pêş de sê rêyên Berlînê aktîf bike. "