Şewata li Çilaxa hat vemirandin

Tîmên agirkujiyê bi hevkariya şêniyan şewata li zeviyên genim û gijnîşê(kizbere) yên li gundewarê bajarê Çilaxa vemirand.

Şewata li Çilaxa hat vemirandin
1 hezîran, 2024   19:23
QAMIŞLO

Îro li zeviyên genim û gijînîşê yên li herêma di navbera gundên Til Xelîl û Tokel ên li rojavayê Çilaxa yê kantona Cizîrê de şewatek çêbû.

Tîmên agirkujiyê li bajarên Çilaxa û Tirbespiyê bi hevkariya şêniyan şewat vemirand. Tê texmînkirin rûbera hatiye şewitandin 15 donim e.

(fr)