‘Gerîla vîna pêkhateyên Kurdistanê ya li hember êrişên qirkirinê temsîl dikin’

Şêniyên Tirbespiyê êrişên domdar ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got ew bi gerîla re ne ku “vîna pêkhateyên Kurdistanê ya li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk temsîl dikin.”

‘Gerîla vîna pêkhateyên Kurdistanê ya li hember êrişên qirkirinê temsîl dikin’
2 hezîran, 2024   03:45
QAMIŞLO
RÊNAS RIMO-EBAS XELEF

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê ku 29`ê Gulanê weşandibû, ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker di 2 rojan de 67 caran çekên qedexekirî bi kar anîne.

Li hember van êrişan, nerazîbûnên gelê herêmê zêde dibin. Şêniyên Tirbespiyê bang li raya giştî ya cîhanê û welatparêzan kir ku hevgirtî bin û van êrişan rawestînin.

Şêniya bi navê Mizgîn Lezgîn berxwedana HPG û YJA- Starê li hember êrişan silav kir û got: "Ew berxwedaneke destanî û dîrokî li hember dijmin nîşan didin."

Mizgîn piştgiriya berxwedana gerîla kir û wiha domand: "Gerîla nûnertiya berxwedana gelên bindest û pêkhateyan li hember siyasetên dagirkirin û mêtingkirinê yên dewleta Tirk, dike."

Şêniya bi navê Cîhan Yusif jî destnîşan kir ku divê piştgiriya berxwedana gerîla bê kirin ji ber ku ew hebûn û azadiya wan temsîl dikin û got dê heta serkeftinê bi dest bixin, piştgiriya gerîla bikin.

Şêniyê bi navê Xelîl Şindî jî diyar kir ku şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê Kurdistan û gelên wê temsîl dikin û wiha domand: "Em nahêlin dewleta Tirk axa me dagir bike. Em ê li qadan bin li ber xwe bidin û serkeftinê bi dest bixin."

(şx)

ANHA