HBDH’ê li Edeneyê bi molotofan êrîşî wesayîtên zirxî kir

HBDH’ê ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva biçîbûnê li Edeneyê li dijî hêzên mîlîtarîs çalakiya lidar xist.

HBDH’ê li Edeneyê bi molotofan êrîşî wesayîtên zirxî kir
23 kanûn, 2023   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Milîsên Evîn Goyî yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehan hate destpêkirin, li navçeya Yuregir a Edeneyê çalakî lidar xistin.

Di daxuyaniya de wiha hat gotin. “21’ê Kanûna 2023’an şeva Pêncşemê di derdora saet 24’an de, milîsên me li taxa Kozayê derbe li dijminê ku guhertina dewriyeyê dikir, xist. Me bi bombe û molotofan êrîşî wesayîtên zirxî kir. Wezayîta zirxî ya bi tîpa Ûral zirar dît.”