Peywira UNDOF’ê ji bo Sûriye û Îsraîlê hat dirêjkirin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku peywira Hêzên Çavdêriya Şersekinandinê yên NY'yê (UNDOF) ya ji bo Sûriye û Îsraîlê heta 6 mehên din dirêj kiriye.

Peywira UNDOF’ê ji bo Sûriye û Îsraîlê hat dirêjkirin
23 kanûn, 2023   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê ragihand ku Komseya Ewlehiyê bi erêkirina tevahî endaman, peywira Hêzên Çavdêriya Şersekinandinê yên NY'yê (UNDOF) ya ji bo Îsraîl û Sûriyeyê heta 30’ê Hezîrana 2024’an dirêj kiriye. Her wiha fikarên xwe anîn ziman ku aloziya leşkerî ya li ser sînor kûrtir bibe.

Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de aloziya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê jî didome. Ji devera Colan a Sûriyeyê ya dagirkirî êrişî li ser Îsraîlê têne kirin. Di heman demê de artêşa Îsraîlê bi bejahî û hewayî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê dike hedef.

(bb)