Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El Cezaî re hat xwestin

Şêniyên Girê Spî û Eyn Îsayê sersaxî ji malbata şehîd Hisên El Cezaî re xwest. Di merasîmê de sozê rizgarkirina herêmên dagirkirî hate dayîn.

Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El Cezaî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El Cezaî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El Cezaî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El Cezaî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El Cezaî re hat xwestin
23 kanûn, 2023   13:49
EYN ÎSA

Şandeyeke meclisên leşkerî û sivîl ên Girê Spî, nûnerên partiyên siyasî, malbatên şehîdan û bi dehan hevalên şehîd, her wiha bi sedan şêniyên Girê Spî û Eyn Îsayê yên kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd Hisên Hemûd El Cezaî re xwest.

Konê sersaxiyê li ber mala şehîd a li Eyn Îsayê hat vedan. Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya meclisa Girê Spî Hezaî Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Hisên El Cezaî canê xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kir û li hemberî alava şer a wêranker a dewleta Tirk a dagirker sekinî."

Hezai Mihemed anî ziman ku gelên herêmê dê têkoşîna xwe bidomînin heta herêmên dagirkirî rizgar bikin û wiha domand: "Şêniyên herêmê li hemberî siyasetên qirkirin û asîmîlekirinê yên dewleta Tirk a dagirker erka xwe ya pîroz a parastina rewa pêk tînin û soz didin dê xeta şehîdan bişopîne heta dagirkeriyê têk bibin.”

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Hisên Hemûd El Cezaî ji navçeya Eyn Îsayê ye, sala 2002’yan ji dayik bûye û di 19’ê Kanûnê de şehîd bû. Şehîd Hisên Hemûd El Cezaî bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumeiyê yê li bakurê Reqayê hatibû oxirkirin.

(bb)

ANHA