Haştag'a '#Em hemû QSD ne' hat destpêkirin

Bi armanca piştgiriya QSDˊê û rola wê ya pêkanîna ewlehî û parastina welatiyên herêmê, çalakvan, rojnamevan û kesayetên ji hundir û derveyî Sûriyeyê haştagˋa #Em hemû QSD neˊ da destpêkirin.

Haştag'a '#Em hemû QSD ne' hat destpêkirin
14 ÇILE, 2026   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojnamevan û kesayetên ji hundir û derveyî Sûriyeyê li ser medyaya dejîtal haştagˊa Em hemû QSDˊê neˊ, da destpêkirin. Armanca ji vê haştagê piştgiriya QSDˊê û girîngîdayîna rola wê weke hêzeke garantor a xurtkirina ewlehî û aramiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Di saetên destpêkê yên kampanyayê de bi hezaran kesî haştag li ser gelek medyayên dîjîtal parve kirin.

Parvekerên kampanyayê bal kişandin ser rola girîng a QSDˊê di şerê li dijî "terorê" û parastina civakên cihêreng li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji bilî beşdariya wan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de li ser bingeha pirrengî û nenavendîbûnê.

Parvekeran destnîşan kir ku ev kampanya bersivdana hemleyên tehrîdkirin û berovajîkirina rastiyan û dayîna agahiyên derew e û got QSDˊê temsîla modeleke neteweyî di parastina ewlehî û aştiya navxweyî de dike û şirîkê bingehîn ê her çareseriyeke siyasî ya ku siberoja Sûriyeyê û aramiya wê misoger dike, ye.

(fr)