Firneya Dêr Hafirê ya ji ber topbaranê rawestiya, ji nû ve ket xizmetê

Firneya Dêr Hafirê ya ji ber topbarana çeteyan ji xizmet derketibû, hate çaksazîkirin û careke din dest bi çêkirina nan kir.

Firneya Dêr Hafirê ya ji ber topbaranê rawestiya, ji nû ve ket xizmetê
Firneya Dêr Hafirê ya ji ber topbaranê rawestiya, ji nû ve ket xizmetê
Firneya Dêr Hafirê ya ji ber topbaranê rawestiya, ji nû ve ket xizmetê
Firneya Dêr Hafirê ya ji ber topbaranê rawestiya, ji nû ve ket xizmetê
14 ÇILE, 2026   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî yên bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmê bê navber didomînin. Çeteyan firneya bi tenê ya Dêr Hafirê ya nan ji tevahî xelkên herêmê re peyda dike, topbaran kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn û firne ji ximetê derketibû. 

Li gorî berpirsên firneyê zirar di jeneretora elekitrîkê de jî çêbûbû.

Tîmên çaksazîkirina firneyê demildest ketin tevgerê, di bin metirsiya êrişa balafirên bêmirov û topên çeteyan de firn kete xizmetê û dest biçêkirina nan kir.

Firneya Dêr Hafirê rojane 13 hezar û 500 tûr nan çêdike. Li gorî sîstemekê li zêdeyî 17 hezar malbatên jimara wan derdora 40 hezar kesî ye tê belavkirin.

Ev firne mezintirîn firneya li tevahî herêma Dêr Hafirê ye. Li aliyê din welatiyên herêmê ji ber topbaran û bombebarana belafirên bêmirov bi tirsin in. Piraniya welatiyan ji ber topbaran û bombebarana bêserûber dikanên xwe girtine.

Çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk navendên xizmetguzariyê bi zanebûn bombebaran dike. Heta niha navenda posteyê, navenda êm û firin bi balafirên bêmirov bombebaran kirine.

Di heman demê de balafirên bêmirov heta amadekirina vê nûçeyê bê ser û ber li ser herêmê digerin. Ev jî metirsiya welatiyan hîn zêdetir dike.

(ac/fr)

ANHA