Guterres: Em li keviya dawiyê ne

Sekreterê giştî yê NY'ê der barê gurbûna aloziya Îsraîl û Îranê û zêdebûna egera rûdana şerekî herêmî yê berfireh de, hişyariyeke mezin da û got: "Em li keviya dawiyê ne." Guterres bang xwedîderketina li berpirsiyariyê û vegera li danûstandinên cidî kir.

 Guterres: Em li keviya dawiyê ne
20 hezîran, 2025   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di civîna Meclisa Ewlehiyê de diyar kir ku berfirehbûna aloziyê agirekî li cîhanê pêdixe ku ev agir jî nayê vemirandin.

Guterres got: "Niha cîhan li keviya dawiyê yê û berpirsiyariyeke mezin li ser me heye."

Guterres bang li Îsraîl û Îranê kir ku derfetê bidin aştiyê.

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî di 13'ê Hezîranê de civîneke awarte der barê operasyona Îsraîlê ya li dijî Îranê de li dar xist. Di civînê de agahiyên li ser kargehên atomî yên Îranê ji aliyê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî ve hatin pêşkêşkirin.

(mh)