QSD: Li gundewarê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê 14 çete hatin kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevahî êrişên çeteyan ên bejahî û hewayî yên li dijî gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê têk birin, di encamê de 14 çete hatin kuştin.

QSD: Li gundewarê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê 14 çete hatin kuştin
25 kanûn, 2024   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku hêzên wê yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi piştgiriya bejahî û hewayî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê, her wiha li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê têk birin.

Navendê diyar kir ku di encama pevçûnên vê sibehê li derdora bajarê Ebû Qelqel ê başûrê Minbicê û gundewarê bakurê Bendava Tişrînê rû dane de, 14 çeteyên dagirkeriyê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha 2 panzêr û 2 erebeyên doçka li ser û 2 motorsiklêtên çeteyan hatin rûxandin.

Navendê aşkera kir ku tevahî êriş hatin têkbirin û dê dîmenên rûxandina alavên dijmin di demeke pêş de biweşînin.

(fr)