Kombûna Zenûbiya piştgiriya xwe ji bo gelê Helebê nîşan da

Piştî ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam gelek taxên bajarê Helebê desteser kirin, Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgiriya xwe ji bo şêniyên Helebê anî ziman.

 Kombûna Zenûbiya piştgiriya xwe ji bo gelê Helebê nîşan da
30 mijdar, 2024   15:16
REQA

Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên kantonên Reqa û Dêrazorê der barê geşedanên dawîn ên li Helebê de daxuyaniyeke hevbeş da.

Daxuyanî bi beşdariya bi dehan şêniyan hate xwendin û her du meclidan piştgiriya xwe ji bo şêniyên Helebê diyar kir, di heman demê de dilgiraniya xwe der barê jiyana sivîlên li wir de anî ziman.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Ev êriş metirsiyek e li ser jiyana sivîlan, bi taybetî jin û zarokan ku rastî cureyên binpêkirin û tawanan tên."

Di daxuyaniyê de ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyeyê, pêwîstiya hevgirtin û yekrêziya hemû hêzên nîştimanî hat destnîşankirin.

Sibeha Çarşemê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) êrişî bajarê Helebê û gundewarên wê kir, di encamê de gelek taxên Helebê desteser kirin bêyî ku hêzên hikumeta Şamê li ber xwe bidin.

(k)

Dêrazorê

Reqa