Gulîstan Elî: Saziyên NYˋyê li hember binpêkirinên Tirkiyeyê bê deng in

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Gulîstan Elî destnîşan kir ku ew binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel û herêmê bi raporan belge dikin û dighînin saziyên girêdayî NY`ê û got, “Bersivdayîna wan aliyan tenê di çarçoveya daxuyaniyan de dimîne.”

Gulîstan Elî: Saziyên NYˋyê li hember binpêkirinên Tirkiyeyê bê deng in
17 ÇILE, 2025   07:25
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Der barê êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herî dawî jî komkujiyên li Bendava Tişrînê hatine kirin û belgekirina wan binpêkirinan de cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulîstan Elî ji ANHA`yê re axivî.

Gulîstan Elî diyar kir ku êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, binpêkirina dermirovî ye, lewma ew weke daîre binpêkirinên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve beriya niha dihatin kirin, bi raporan belge kirine û radestî saziyên eleqeder ên girêdayî NY`ê kirine. Niha jî bi taybet êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê jî hatine belgekirin û radestkirin û wiha got: “Me bi awayekî fermî rapor pêşkêşî dewletên eleqedar ên cîhanê, saziyên mafên mirovan, dadgehên taybet ku xebatên wan şopandina binpêkirinan in, kirin.”

Gulîstan destnîşan kir ku raporên ku ew amade dikin di nava xwe de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan, karmendên tenduristiyê, zarok, binesazî û rojanemvan, bi dem, cih û çawa belgekirî ne.

Gulîstan Elî da zanîn ku li kêlek radestkirina raporan ew bi rêya nûnerên xwe yên li dewletên Ewropayê, Amerîka û Rojhilata Navîn binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker digihînin saziyên eleqeder û wiha pê de çû: “Em bi rêya çapemeniyê jî wan raporan belav dikin. Gelek kesên ku di nava saziyên mafên mirovan de dixebitin jî wan raporan parve dikin. Em wekî Rêveberiya Xweser jî, gelek dozên me di dadgehên navneteweyî de hene û li ser wan dozan xebat tê meşandin.”

Gulîstan Elî bi bîr xist ku wan bi sazî û dezgehên navneteweyî yên girêdayî NY`ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi cih dibin li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê hevdîtin kirine. Gulîstan wiha got: “Tenê bersivdayîna wan di çarçoveya dayîna daxuyaniyan de dimîne. Me hîna tu bersivek atktîv ji wan saziyên me rapor pêşkêş kirine re wernegirtiye û rê li ber êrişên dewleta Tirk negirtine.”

Gulîstan Elî da zanîn ku ji ber ew sazî bê deng in, dewleta Tirk a dagirker vê yekê bi kar tîne û êrişên xwe zêde dike. Gulîstan Elî wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê bê ferq û cudahî saziyên ku mafên mirovan diparêzin erka xwe bi cih bînin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Ji ber ku gelê vê herêmê ji ber tevahî cîhanê ve li dijî DAIŞˋê şer kir û bi erka xwe ya mirovî rabû."

(fr)

ANHA