‘Rêbertî berpirsyariya avakirina jiyaneke demokratîk û aştiyane girte ser xwe’

Şêniyên kantona Cizîrê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariya avakirina jiyaneke demokratîk, aştiyane û edilane ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelên Kurd û Tirk girte ser xwe. Şêniyan xwest Rêber Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan.

‘Rêbertî berpirsyariya avakirina jiyaneke demokratîk û aştiyane girte ser xwe’
17 ÇILE, 2025   02:45
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên li bajarên Çilaxa û Til Koçerê yên kantona Cizîrê ji ber hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re, kêfxweşiya xwe anîn ziman û got Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariya avakirina jiyaneke demokratîk, aştiyane û edilane ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelên Kurd û Tirk girte ser xwe.

Îmad Şukrî yê ji bajarê Til Koçerê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikare aştî û edaletê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêk bîne û wiha pê de çû: "Baweriya me bi serokê me û banga wî ya dîrokî ya ji bo aştiyê heye. Ev ne cara yekê ye ku Rêbertî banga aştî û diyalogê li Tirkiyeyê dike."

Îmad Şukrî îşaret bi wê yekê kir ku baweriya wan bi dewleta Tirk nayê û got: “Baweriya me bi dewleta Tirk û îdiayên wê yên aştiyê jî nayê. Em ê çawa dewleta ku piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan dest bi êrişan li dijî gelê me û destkeftiyên me kiriye, pê bawer bikin?”

Îmad Şukrî anî ziman ku ew pêvajoya aştiyê ya bêyî serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî şertekî bingehîn û rêvebirina pêvajoyê nirxand.

Îmad Şukrî eger pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan û hewldanên wî yên domdar ên ji bo aştî û edaletê bi ser bikevin hingî dê daxwaza wan azadiyê bi cih were ku ji dehên salan ve ji bo bidestxistina wê têkoşînê dikin.

Nizha Seyfedîn a ji bajarê Çilaxayê kêfxweşiya xwe bi hevdîtina DEM Partiyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re nîşan da û got: "Em bê sebir li benda wergirtina agahiyan ji Rêbertî û nirxandin û peymanên wî bûn."

Nizhayê anî ziman ku nirxandin û pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî, edalet, nexşeya pêşxistina têkiliyên xwişk û biratiyê yên di navbera gelên Kurd û Tirk de ne û got: "Em bi xurtî piştevaniyê didin van nirxandinan, ji ber ku em bi hêza Rêberê xwe ve bawer in ku dikare aştiyê pêk bîne û rewşa Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherîne."

Nizhayê bang li desthilata Tirk û partiyên wê kir ku bi cidiyet nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan bigirin û wiha got: "Eger dewleta Tirk bi rastî aştî û diyalogan dixwaze, wê demê ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêya demokratkirina Tirkiye û pêşxistina têkiliyên Tirk û Kurdan in."

Samî Silêman ê ji Çilaxayê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariya avakirina jiyaneke demokrat, aştiyane û adilane ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelên Kurd û Tirk girt ser xwe.

Samî Silêman xwest Rêber Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan.

(bb)

ANHA