Çîroka têkoşîn û fedaiyetiyê: Ubey Şaban

Di rûpelên fedaîyetî û têkoşînê de navê şehîd Ubey Şaban wekî sembola lehengî û dilsoziyê derdikeve pêş. Çîroka şehîd Ubey Şaban ku li Reqayê dest pê dike, bi efsaneke lehengiyê ya li eniyên Til Rifetê bi dawî dibe.

Çîroka têkoşîn û fedaiyetiyê: Ubey Şaban
Çîroka têkoşîn û fedaiyetiyê: Ubey Şaban
Çîroka têkoşîn û fedaiyetiyê: Ubey Şaban
Çîroka têkoşîn û fedaiyetiyê: Ubey Şaban
Çîroka têkoşîn û fedaiyetiyê: Ubey Şaban
Çîroka têkoşîn û fedaiyetiyê: Ubey Şaban
Çîroka têkoşîn û fedaiyetiyê: Ubey Şaban
Çîroka têkoşîn û fedaiyetiyê: Ubey Şaban
17 ÇILE, 2025   03:55
REQA
MIHEMED XELÎL

Ubey Şaban di 2ˈyê Nîsana 2002ˈan de li kantona Reqayê çavê xwe li jiyanê vedike. Ubey Şaban ku ji nav xwişk û birayên xwe yê duyemîn e di nava malbateke welatparêz de mezin dibe ku ji bo parastina welatê xwe di her merc û rewşan de amade ye.

Ubey Şaban di zarokatiya xwe de balkêş, dilnizim  û rûliken bû. Bi van teyabetmendiyên xwe cihê xwe di dilê derdorê de çêkir. Tevî temanê xwe yê biçûk wêrekiya wî diyar bû. Ubey Şaban di zarokatiya xwe de rihê berpirsyariya malbata xwe hîs kir û bi armanca ku alîkariya malbatê bike dest ji xwendinê berdide û di firinekê de kar dike. Bi dilnizmî û berpirsiyariya xwe ya bilind li hember malbat û civaka xwe dihat naskirin.

MEŞA TÊKOŞÎNA: JI REQA HEYA QADÊN ŞER

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞˈê (2017), Ubey Şaban cihê xwe di nava Hêzên Komandos ên QSDˈê de girt û ji vir meşa wî ya berxwedan û têkoşînê dest pê dike.

Ubey bi armanca pêşxistina xwe di aliyê bîrdozî, siyasî û leşkerî de beşdarî dewreyên perwerde bû. Pêngav yekemîn a Ubey Şaban tê de beşdar bû rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞˈê bû.

Di vê pêngavê de 2 caran, carekê ji lingê xwe û cara din ji destê xwe birîndar bû. Lê birîn ji xwe re nekir asteng û şer dewam kir.

Piştî rizgarkirina Dêrazorê, Ubey Şaban vedigere bajarê xwe Reqayê û wezîfeya xwe di nava yekîneyên leşkerî de didomîne. Ji bo pêşxistina kesayetî her tim di nava lêgerînê de bû.

Bi destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrîn-Şehbayê (Mijdar 2024) re, Ubey Şaban ji şervanên pêşîn bûn ku cihê di berxwedana bersivdayîna êrişan de bigire.

Ubey û hevalên xwe teslîmbûyîn red kir, li eniyên Til Rifetê bi lehengî û wêrekî bersiva êrişên dagirker û çeteyan da. 1ˈê Kanûna 2024ˈan di wê bexwedanê de di êrişeke hewayî ya artêşa dagirker de şehîd bû.

Birayê şehîd Ubey, Emar Şaban diyar kir ku şehadeta birayê wî ji bo wan wekî malbat giran e û got: "Ubey di her tiştî de kesayetek rastgo bû, wefadar bû. Xwedî îsrar û vîneke xurt bû û ji mirina di oxira welat de, tu carî neditirsiya. Em pir bêriya wî dikin lê belê em bi wî serbilind in ji ber ku wî canê xwe di ber dozeke mezin de da.”

Dayika şehîd Ubey, Îbtîsam Mihemed got: “Kurê min ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Hewcedariya kê bi alîkariyekê hebûya wî alîkarî dikir. Her tim rûyê wî li ken bû. Xebera şehadeta wî ji bo min giran bû. Lê ez bi wî serbilind im ku di parastina xak û gelê xwe de şehîd bû.”

Îbtîsam Mihemed diyar kir ku piştî agahiya şehadeta wî bi 20 rojan wan nexwest merasîma sersaxiyê li dar bixin, heta ku şehadeta wî were tesbîtkirin.

PEYAMA JI BO ŞERVAN Û BERXWEDÊRAN

Di dawiya axaftina xwe de dayika şehîd Ubey peyamek wiha ji şervan û berxwedêrên li eniyên şer re şand: “Li ber xwe bidin, em tev bi we re ne. Ev xaka we ye, erkê we jî parastina wê ye. Tu carî xwe teslîmî dijminê hov nekin. Hûn parêzvanên vê xakê û rûmeta wê ne.”

ŞEHADET JIYANA JI BO WELAT E

Bi şehadeta şehîd Ubey rûpelek nû li dîroka têkoşîna nîştimanî ya geş zêde bû. Şehîd Ubey dê her di dilan de zindî bimîne û ji nifşên bê re ji bo baweriya bi welat û karkirina ji bo wî, bibe pêşeng û nimûne. Şehîd di bîr û bala welat de zindî ne. Bi saya fedakariya wan jî berxwedana xakê didome.

(bb-mh)

ANHA