Gulcan Kaçmaz Sagyîgît: Berpirsyarî niha li ser dewlet û parlamentoyê ye
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît têkildarî gavên piştî banga Rêber Abdullah Ocalan hatine avêtin axivî û got “Berpirsyarî niha li ser dewlet û parlamentoyê ye. Tê payîn ku pêvajo di zemîna qanûnî, destûrî û hiqûqî de bê meşandin."

Piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, PKK’ê di daxuyaniya di 9’ê Gulanê de da diyar kir ku 12’emîn kongreya xwe pêk anîne û biryara feshkirinê îlan kir.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sagyîgît der barê pêvajoyê de ji Ajansa me re axivî.
Piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna kongreya 12'an a PKK'ê nîqaşên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê kûrtir bûn. Bang li parlamentoyê hat kirin ku komîsyonek were avakirin. Hûn van geşedanan çawa dibînin?
Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên sosyopolîtîk û aborî di nava sed salên dawîn de xurttir bûn. Jixwe gotina “Rojhilata Navîn” jî, ji bo ku wek cihên bipirsgirêk bên pênasekirin, ji aliyê hêzên rojavayî ve hatiye bikaranîn. Ji van gelek pirsgirêkan yek jî bê guman pirsgirêka Kurd e. Axa gelê Kurd a dîrokî ji aliyê hêzên navneteweyî ve di nava çar welatan de hat dabeşkirin, parçekirin. Bi gavên bi vî rengî pêşî li demokratîkbûna herêmê jî hat girtin, lewra xwestin rê li pêşiya welatên otokratîk were vekirin. Ji ber vê, erdnîgariya ku ji gelek ol û neteweyan pêk tê, bi polîtîkayên “yek netewe, yek mezheb û yek ziman” roj bi roj ber bi faşîzme ve hat birin.
Va ye sed sal e gelên li Rojhilata Navîn bêyî azadî, aştî û demokrasîyê di bin zext û zordariyeke bêhempa de ne. Di nava van şert û mercan de têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê geş bû û heta roja îro hat. Gelê Kurd ji xeynî têkoşîn û berxwedanê felsefeya xwe ya çareseriyê jî wek reçete ji bo Rojhilata Navîn nivîsand. Heta ku rexneya netewedewletê neyê kirin, li şûna tu tiştekî ji bo demokrasîyeke mayînde jî nayê avakirin. Lewma paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan ku li ser neteweya demokratîk dimeşe, gelekî gîring e, hewce ye. Pêvajoya ku çend meh e li Tirkiyeyê dimeşe jî encama vê paradîgmayê ye.
Em wek tevgera Kurd a sîyasî ji sedî sed piştevaniya vê pêvajoyê dikin. Lê piştevaniya me nayê vê wateyê ku em bi tenê ji dûr ve li geşedanan temaşe dikin. Lewra ji bo çareseriyeke mayînde, ji bo aştiyeke birûmet em li qadan in, di nava gel de ne. Lewra em dizanin ku bi bendewariya gavên dewletê pêvajo bi pêş nakeve. Lê dema ku pêvajo ji aliyê gelan ve bê qebûlkirin, civaka demokratîk bê avakirin, wê dewlet jî neçar bimîne ku gavan biavêje.
Hikumeta AKP’ê pêşî li benda banga birêz Ocalan bû. 27’ê Sibatê Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê hat xwendin û bi rastî di nava gelan de bi kelecan hat pêşwazîkirin. Dûre gotin gelo PKK dê guh bide vê bangê yan na, lê PKK jî li vê bangê xwedî derket û kongreya xwe ya 12’emîn kom kir, biryara fesihkirinê ji raya giştî re parve kir. Rayedarên dewletê jî destnîşan kir ku gava PKK’ê gaveke dîrokî ye. Lê mixabin gavên berbiçav ên muqabilî vê gavê hê jî nehatine avêtin. Belkî hin gavên biçûk ên der barê girtiyan de di nava van rojan de bên avêtin, lê em van bes nabînin. Lewra dewlet li gorî zagona xwe tev bigeriya, jixwe diviyabû ku girtiyên nexweş an girtiyên 30 salên xwe temam kirine, bihatana berdan. Ji ber vê, ji bo ku bingeha pêvajoyê were avakirin divê demildest di bin banê parlamentoyê de komîsyonek çêbe da ku ev komîsyon çavdêriya pêvojoyê jî bike.
Gelek partiyan û aliyên siyasî avakirina komîsyonê erênî nirxand. Lê AKP'ê nêzîkahiyeke wiha nîşan nedaye. Şertê teslîmkirina çekan derdixe pêş. Divê ev nêzîkahî çawa were xwendin? Hûn çawa dibînin?
Birêz Ocalan, li gel banga xwe gotibû ku beranberî gavan, divê dewlet jî bingeha sîyasî û hiqûqî ava bike. Bê guman parlamento di vê astê de xwedî roleke mezin e, eger rola xwe bilîze. Vê gavê li parlamentoyê konsensus heye, lewra ji xeynî partiyekê hemû partî piştevaniya pêvajoyê dikin, ew jî dixwazin di bin banê parlamentoyê de komîsyon bê avakirin. Komîsyon girîng e, lewra ji bo zelaliya pêvajoyê, ji bo tespîtkirina pirsgirêkan û çavdêriya aliyên pêvajoyê dikare gelek karên baş bike. Bi saya komîsyonê bi awayekî bingeha pêvajoyê zelal be û parlamento jî wek navnîşaneke çareseriyê derkeve pêş. Balkêş e, birêz Ocalan jî 11-12 sal berê jî behsa avakirina komîsyonekê kiribû. Daxwaza CHP û MHP’ê jî der barê vê de heye. Divê partiya desthilatdar AKP li hemberî vê hewcetiyê dernekeve.
Bê guman bang û daxwaza me ji wek partiyên din, avakirina komîsyoneke şênber e. Lê divê komîsyona ku em dixwazin ne formalîte be, xwediyê însiyatifekê be, pirsgirêkan tespît bike, ji bo çareseriyê xwediyê pêşniyazan be. Di vî warî de em hişyar in, em dibêjin bila ne formalîte be, lewra çareserî cidiyetê dixwaze, dilsoziyê dixwaze. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke ne hêsan e, em nêzikatiyeke nerêzdar li hemberî gelê Kurd qebûl nakin. Lê mixabin nêzikatiya hin aliyên hikumetê ne li gorî ruhê vê pêvajoyê ye. Tevger û zimanê wan hê jî sererast nebûye. Banga birêz Ocalan zelal e, gava PKK’ê berbiçav e. Ji ber vê, ji bo çareseriyê divê aliyê dewletê jî dilsoz be, wêrek be da ku civak jî li pêvajoyê xwedî derkeve.
Di mijara rola parlamentoyê û avêtina gavên şênber de partiya we (DEM Partî) jî di nava liv û tevgereke zêde de ye. Serdanên partiyan tên kirin. Ev hewldanên we çawa dimeşin, nêzîkahiyên çawa tên nîşandan?
Em wek tevgera sîyasî ya Kurd hêza xwe ji gelê xwe digirin û li gorî hişmendiya me, dema ku gelên Tirkiyeyê li aştiyê xwedî derkevin, dê dewlet jî neçar bimîne ku gavan biavêje. Jixwe sernava banga birêz Ocalan jî vê rastiyê dide pêşberî me. Aliyekî banga wî “aştî” ye, lê ji bo pêkanîna aştiyê jî divê “civaka demokratik” hebe. Ji ber vê, banga aştî û civaka demokratîk metneke kurt e lê ji bo nexşerêyekê têra xwe jî zelal e. Em jî wek DEM Partî û DBP ji roja pêşîn heta îro li ser vê pêvajoyê dixebitin, xebatên xwe li ser vê bingehê ava dikin.
Li gel dêstpêka pêvajoyê, em çûn cem gelê xwe. Sazî û rêxistinên me li her derê çûn serdana gel û esnafan. Ji hezaran malbatan re name hatin şandin. Hin parlamenterên me ji Awistralyayê heta Rûsyayê û paytextên Ewropayê ji bo vegotina pêvajoyê çûn û xebatên dîplomatîk meşandin. Hevdîtinên me li hin beşên Kurdistanê çêbûn. Li gel van xebatan, hevserokên me yên giştî çûn serdana malbatan. Lewra em girîngiyê didin aştiyê, em vekirina deriyê demokrasî û azadiyê hewce dibînin. Em dizanin ku dema ku civaka demokratîk ava bibe, dê dewlet jî gavan biavêje. Em dixwazin bila xwediyê vê pêvajoyê gel bin, lewra ji xeynî gel tu kes nikare bibe garantiya aştiyê jî.
Ji ber vê, çend roj berê dîsa meclisa me ya DEM Partî û lijneya rêvebiriyê ya navendî kom bû. Di van civînan de jî ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk biryarên wek serdana malbatan, serdana saziyên civaka sivîl û civînen herêmî yên berfireh derketin. Lewra em naxwazin ku bisekinin û li hêviya gavên hikumeta AKP’ê bin, em dixwazin aştiyeke mayînde bi xwedîderketina gelên Tirkiyeyê û avakirina civaka demokratîk bi pêş bikeve û mîsoger bibe.
Li gorî we di demeke nêz de dê parlamento bikeve dewreyê yan na? Parlamento dikeve betlaneya havînê, gelo dê beriya wê tiştek çêbe yan na?
Bi rastî heta niha bi însiyatîfa birêz Ocalan gavên berbiçav hatin avêtin. Banga birêz Ocalan û biryara çekdanînê ya PKK’ê ji aliyê paytextên cîhanê ve jî bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin. Lê divê gotina birêz Ocalan a wek “Bê guman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesih bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.” jî bê dîtin. Piştî biryara fesihkirinê ya PKK’ê, bê şik û guman tu sedemên gavneavêtinê neman. Heta ku bi biryara fesihkirinê di nava gelê Tirk de jî gelek pêşdarazî û nebawerî şikandin. Bi qasî ku tê dîtin, li gorî hin lêkolînan piştevaniya li pêvajoyê gelek zêde ye. Lê dema ku dewlet, hikumeta AKP’ê bi awayekî zelal li pêvajoyê xwedî dernekeve, hin gavan neavêje, baweriya gel jî kêm dibe, di nava gel de guman çêdibe.
Ji ber vê, divê ji aliyê dewletê ve jî li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin. Herî zêde jî divê parlamento xwediyê roleke girîng be. Lewra partiyên sîyasî yên li parlamentoyê li ser vê yekê wek hev difikirin. Dema ku parlamento bikeve dewreyê, meşrûiyeta pêvajoyê ya navxwayî û navneteweyî jî wê zêdetir bibe. Tiştên ku ez dibêjim, hewcedariyên teqez in. Lê gelo parlamento dê çi bike? Karê ku parlamento dikare bike, avakirina komîsyonê ye. DEM Partî, CHP, MHP û ji xeynî partiyekê hemû partiyên sîyasî ji bo komîsyonê bang li hikumetê dikin. Lê serokê parlamentoyê û rayedarên AKP’ê heta niha der barê vê mijarê de biryareke erênî nedaye.
Li gel avakirina komîsyonê ji bo girtiyên nexweş û sîyasî jî divê gav bên avêtin. Her sal di zindanan de bi sedan girtî jiyana xwe ji dest didin, girtiyên ku 30 sal temamkirî nayên berdan. Hê jî li zîndanan binpêkirina mafen mirovan gelekî zêde ye, mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş pir caran ji holê tên rakirin. Der barê van de tenê li gorî destûra xwe tev bigerin dê pirsgirêk bên çareserkirin. Ji ber vê, em gavên ku dê bên avêtin wek lutûf nabînin, em dixwazin ku bila hewcedeariya destûrê û zagonan çi ye, van bi cih bînin. Yeka din, îro bi însiyatifa xurt a birêz Ocalan pêvajo dimeşe, teker dizivire. Ji ber vê rastiyê, divê derfetên birêz Ocalan ji bo ku bikare pêvajoyê bi rê ve bibe ji nû ve bên organîzekirin. Di heman demê de mafê hêviyê mafekî gelekî girîng e. Jixwe ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve jî hatiye pejirandin. Lewma li gorî destûra Tirkiyeyê ev maf heye lê mixabin nayê bicihanîn.
Ne wek şert, lê wek hewcedarî tiştên ku divê dewlet bike zelal in. Ji bo aştiyeke mayînde û çereseriyeke demokratîk divê parlamento jî bixebite. Lewra pirsgirêka Kurd gelekî kûr û dijwar e. Bi nêzikatiyeke ne cidî pirgirêk çareser nabin. Ji ber vê, beriya betlaneya parlamentoyê her kes dixwaze hin gavan bibîne. Dema ku gav nayên avêtin, baweriya bi pêvajoyê jî dê xurt nebe. Lê bi qasî ku tê dîtin di nava van hefteyan de em ê hin geşedanan bibînin. Hêviya me ew e ku beriya betlaneyê der barê hin mijarên girîng de parlamento rola xwe bîne cih.
Dema aliyên erênî, neyînî û astengiyan li ber çavan digirin, ji bo dema pêş hûn dikarin çi bêjin? Di pêşerojê de çi xuya dike?
Di nava van salên dawîn de li seranserê cîhanê geşedenan gelekî krîtîk rûdan. Heta ku li gorî hin kesan şerê seyemîn ê cihanê derketiye û bi awayekî cuda dimeşe. Li aliyekî şerê Ukrayna-Rûsyayê, li aliyekî din nakokiyên di navbera Pakistan û Hindîstanê, şerê aborî ya di navbera Çîn û Amerîkayê de, êrîşên li ser Sûdanê, gefên Trûmp li ser welatan, êrîşên Îsraîl li ser Xezayê û gefên li Îranê û hwd. Ji van hin hêz, xwediyê çekên nukleer in. Di nav van şert û mercan de li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Lewra pirsgirêka Kurd êdî ne pêkan e ku bi terza înkar û îmhayê bê meşandin. Ji aliyekî din, Rojhilata Navîn bi tune hesibandina Kurdan kirin qada trajedî û pergala antî-demokratîk.
Lê êdî pêwîstiya çareseriyeke demokratîk ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve hatiye qebûlkirin. Bê guman hikumeta AKP û MHP’ê jî van rastiyan baş dibîne. Dê çi bê kirin an dê gavên çava bên avêtin em e bibînin lê her kes di mijara pêwistiya çareseriyê û ji nû ve çêkirina têkîliyên gelê Kurd û Tirk de xwediyê nêrîneke hevpar e. Bi çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd, wê deriyê pêşketina demokrasî û azadiyê jî vebe, wê li Rojhilata Navîn mejiyê azadîxwaz geş bibe. Lewra paradigmaya me ya ji bo azadiya gelan, nûnertiya jinan li ber çavan e.
Ji ber vê, wek tevgera sîyasî ya Kurd em ê li hêviya hikumeta AKP’ê nebin. Li qadan bi mîtîngan, bi serdana malan bi yek û yek sohbetan û bi civînên berfireh ligel gelan re em ê ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyeke bi rûmet têbikoşîn. Dema ku pêvajo têkeve bin însîyatifa gelan, wê dewlet û Hikumet jî bixwaze an nexwaze wê teqez xwe biguhere. Di vê pêvajoyê de têkiliyên di navbera gelê Kurd de jî pêşketin. Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestê ya li Rojava pêngaveke gelekî mezin e. Li her parçeyê Kurdistanê rêvebirên gelê Kurd êdî tên cem hev. Anku yekitiya di navbera Kurdan de jî roj bi roj pêş dikeve. Dema ku em wêneya giştî binêrin, em ê ferq bikin ku ji bo gelê Kurd gelek geşedanên erênî pêk hatin, wê hîn jî pêk werin. Ji ber vê, ji bo pêşerojê me divê hêvî hebe û der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de em peywira xwe ya dîrokî bi wêrekî bînin cih da ku deriyê aştî û demokrasiyê heta dawiyê were vekirin.