‘Pergala hevsrokatiyê gavek ber bi wekheviyê ve ye’

Jinên ji kantona Dêrazorê diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin cihê xwe di hemû qadan de digirin û got “Pergala hevserokatiyê serkeftineke mezin e.”

‘Pergala hevsrokatiyê gavek ber bi wekheviyê ve ye’
30 gulan, 2025   05:06
REQA
DÎMA MIHEMED

Rêveberên jin ên kantona Dêrazorê der barê girîngiya pergala hevserokatiyê di saziyan de ji ajansa me re axivîn. 

Endama Desteya Hevserokatiyêa Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Rehma El Elî diyar kir ku ji ber urf û adetên kevnperest gelek zehmetî li hemberî pergala hevserokatiyê derketin.

Rehma El Elî anî ziman ku hin rêveberan beşdariya jinan di saziyên biryardayînê de red dikir û got: "Pergala hevserokatiyê li gel mercên ewlehî û fikrê tundraw ku DAIŞ’ê li hin herêman li du xwe hiştibûn serkeftineke mezin e.”

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Dêrazorê Şirûq El Betah jî da zanîn ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoyên paşguhkirin û zayendperastî derbas kirine û cihê xwe yê çalak di hemû sazî û meclisan de girtin. Her wiha got: "Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e ku rêgeza wekheviya zayendî sepandiye.”

Endama Nivîsgeha Arşîvê ya Desteya Hundirîn a Kantona Dêrazorê Meyada El Omer destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê hişt ku jin ji zextên civakî yên ku mafên wê yên kar û beşdariya civakî standibûn, rizgar kirin.

Meyada El Omer anî ziman: "Jinan bi beşdarbûna xwe di panel û civînên hişyarkirinê de hêza ya pêşketinê îspat kirine û bi vî awayî li dijî zihniyeta mêran a ku demek dirêj e li herêmê serdest e, derdikevin."

(bb)

ANHA