Li Şedadê jî krîza avê

Bi hatina werza havînê re zehmetiyên şêniyên bajarê Şedadê yên têkildarî peydakirina ava vexwarinê girantir dibin, nexasim ku tankerên Şaredariya Gel ji bo peydakirina ava vexwarinê têrê nakin û şênî neçar dibin ku avê ji tankerên taybet bikirin, ku barê wan zêde dike.

Li Şedadê jî krîza avê
Li Şedadê jî krîza avê
Li Şedadê jî krîza avê
Li Şedadê jî krîza avê
Li Şedadê jî krîza avê
30 gulan, 2025   03:45
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Bi hatina werza havînê re, krîzeke mezin a peydakirina avê vexwarinê li bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê rû dide. Her wiha ji ber lewaziya binesaziyê û şorbûna ava bîran, ev krîz hîn kûrtir û girantir dibe. Di encamê de jî şênî bi zehmetiyên rojane yên giran re rû bi rû ne, gefan li ewlehiya wan a avê dixwe û barê debarê girantir dike.

ZEHMETIYÊN ROJANE Û BILINDBÛNA BIHAYAN

Girêdayî mijarê, şêniyê ji gundê Becdelî yê gundewarê Şedadê Mecid El Dexîl li ser êşên rojane yên şênî pê re rû bi rû ne axivî û got: "Tevî ku Şaredariya Gel tanker erkdar kirine, lê belê ava heyî ji bo pêdiviyên şêniyan têrê nake."

El Dexîl wiha domand: "Bihayê kirîna 5 bermîl av ji tankerên Şaredariya Gel nêzî 25 hezar lîreyên Sûriyeyî ye û ev jî ji bo her malbatekê ancax têra du rojan bike."

El Dexîl diyar kir ku kêmbûna belavkirina avê dihêle gele malbat neçar bibin ku avê ji tankerên taybet bikirin ku bihaya her 5 bermîlan di navbera 40 hezarî heta 50 hezarî de ye.

El Dexîl wiha li gotina xwe zêde kir: "Em hêvîdar in ku aliyên têkildarî hejmara tankerên şaredariyê zêde bikin, ji ber ku êdî rewş nayê tehemûlkirin, nemaze bi hatin havînê re û ji ber ku ev pêwîstiyek e nayên paşxistin."

HEWLÊN SIVIKKIRINA KRÎZÊ

Gerînendeyê Beşa Cîbicîkirinê ya Şaredariya Gel a Şedadê Mihemed El Medlol got: "Par me projeya kişandina ava ji çemê Firatê pêk anî. Lê belê li pêşiya wê astengiyên teknîkî û pêkanînê derketin. Ji ber ku pemopkirina avê ji jêdera wê ya sereke qut bû, ku wê hişt qonaxên pêkanîn û pêxistinê asteng bibe."

El Medlol wiha li gotina xwe zêde kir: "Em niha hewl didin bi rêya du stasyonên şêrînkirina avê yên şaredariyê û 3 stasyonên din ên taybet, 27 tankeran li xetên rojhilat û rojavayê bajêr belavkirî ne, pêdiviya şêniyan dabîn bikin. Bi rêya komînan tanker avê belav dikin."

El Medlol anî ziman ku lêçûna şêrînkirina her 5 bermîlên avê di hundirê stasyonê de 13 hezar lîreya Sûriyeyê ye, di heman demê de bi 25 hezaran ji bo welatiyan tê firotin. Ji ber ku lêçûnên veguhastinê û pêxistina tankeran jî heye.

El Medlol got ku ew mezinahiya vê krîzê dizanin û li gorî derfetên heyî dixebitin û got: "Ji bo derbaskirina vê qonaxa dijwar em bi hêvî piştgiriyek mezin bê dayîn."

BANGÊN PÊKANÎNA ÇARESERIYÊN DEMDIRÊJ

Li gorî rewşa li ser erdê, diyar dibe ku eger gavên pêwîst neyên avêtin û çareseriyên demdirêj ji aliyê saziyên berpirs ve neyên pêkanîn, gengazî heye ku krîza avê ya Şedadê kûrtir bibe bi taybetî di lûtketa havînê de.

(mh/fr)

ANHA