Aldar Xelîl: Ger êrişek çêbibe em temaşe nakin

Reportaj Summay

Aldar Xelîl: Ger êrişek çêbibe em temaşe nakin
17 nîsan 2022   23:39

Ji bo plana êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk Aldar Xelîl got, “Ew plan yek û giştî ye. Destpêkê çiyayên Kurdistanê, piştre Şengal û Rojavayê Kurdistanê ye, an jî hemû bi hev re ne. Pêwîst nake ku em rûnin û lê temaşe bikin û pişt re tevbigerin.” Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl derbarê şerê Ukrayna û Rûsya, hewldanên dewleta Tirk ên sûdgirtina ji vî şerî û bandora wê li Kurdistanê, planên dagirkeriya yê Tirkiyê yên êrişan û hevkariya PDK’ê, dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de tê lêkirin, her wiha pêvajoya peymana civakî de ji ANHA'yê re axivî. Aldra Xelîl bang li gelê herêmê kir ku her kes xwedî li berxwedanê derkeve û xwe ji bo berxwedanê amade bike.

Hevpeyvîn wiha ye: 

Rojeva cîhanê ya yekemîn şerê di navbera Ukrayna û Rûsya de ye. Di serî de hûn ev şerê heyî çawa dinirxînin?

Ev sîstema cîhanî ya ku hikûm dike esas ji salên 2000’î û şûn de di nav krîz û aloziyên mezin de ye. Dixwestin pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin. Bûyerên ku di destpêka salên 2000’î de li Iraqê çêbûn, guhertinên ku li Efganistanê çêbûn, bihara gelan ku Rojhilata Navîn destpê kir û heya roja îro berdewam dike; me weke tevger got ev şerê cîhanê yê seyemîn e. Hêzên hegemon di nav xwe de pirsgirek û qeyranan dijîn. Rengê vî şerî wê ne wekî rengê şerê sedsala derbasbûyî be. Di her sedsal û demekê de guhertin çêdibin, şêwazê şer jî tê guhertin. Şêwazê şerê niha nabe wekî şerê beriya 100 salî. Bala xwe bidî niha şer li her cihî heye. Welatên Rojhilata Navîn bi giştî di nav şer de ne. Li Efganistanê tevliheviya heyî tê bîra we, hîna jî alozî hene. Li Taywanê pirsgirêk hene. Di navbera Koreya Bakur û Başûr de pirsgirêkên heyî berdewam in. Li Ukrayna jî esas êdî bi rengekî rengan asta Şerê Cîhanê yê Seyemîn digihêje rengekî din. Di nav xwe de guhertinan dijî û firehbûna şer çê dike. Dibe ku li Taywan û li cihê din jî alozî derbikevin. Ev ne tiştên nû ne.

DI BIN NAVÊ ŞERÊ UKRAYNA DE ŞERÊN CÛDA TÊN MEŞANDIN

Ev bi giştî rêzêxelekên bûyeran yên di nav pêvajoya Şerê Cîhanê yê Seyêmîn de ne. Bêguman çi bûyerek li kudere çêbibe wê bandora xwe li yên din jî bike. Wê bandora xwe li encamên ku derbikevin jî bike. Niha bûyerên Bakurê Afrîka, Yemen, Iraq, Efganistan, Sûriyê, Îran, pirsgirêka Kurdan bi dagirkeriya Tirkiyê re hîn berdewam dikin. Li Ukrayna jî, şerê di nav hêzên sîstemê de di bin nave şerê Ukrayna de tê meşandin. Çawa ku li Sûriyê di navbera van hêzan de şer hebû, lê weke şerê di nava gel de heye didan naskirin, di bin navê Ukrayna de jî şerên cûda tên meşandin. Ev yek îspat dike ku cîhan bi giştî ketiye nav vî şerî. Bêgûman wê herkes bixwaze sûd jê bigre. Dema bûyerek li cihekî çêdibe wê dewlet bixwazin ji bo desthilatdariya xwe biparêzin sûd jê bigrin. Yek ji wan dewletên ku dixwaze sûde ji vî şerî bigre dewleta Tirk e.

Wê dewleta Tirk çi sûde ji vî şerî werbigre?

Dewleta Tirk di vê demê de xwest tekiliyên xwe bi welatên Ereban re xurt bike, xweset bi Îsraîlê re têkiliyên xwe vegerîne. Bi Rûsan re xwest têkiliyên xwe biparêze tevî ku Rûs û Ukrayna ketine nav şer. Bi Ukraniyan re jî xwest têkiliyên xwe biparêze, balafirên keşfê yên bê pilot û yên şer jî dan Ukranyan, lê şîfreyên wê jî dane Rûsan. Ji bo du aliyan razî bike, ev kir. Her wiha ji herdu aliyan re jî dibêjê `ez dixwazim navbenkariyê bikim.`  Dewleta Tirk li aliyekî dixwaze aliyê Ukrayna wekî Amerîka, hêzên rojavayî helwest li dijî wê nedeynîn û jê razî bin ku karibe tiştan ji wan bixwazin. Li ser wê bazaran bike. Bi Rûsan re jî hinek têkiliyan dike, ji bo ku ji wê jî hin tiştan bigre. Yek ji wan mijarên ku dixwaze ji van hêzan tawîzan bigre jî mijara doza Kurd e ku dewleta Tirk weke mijareke ‘hebûn û tinebûnê’ dinirxîne.  

PLANÊN ÊRİŞÊ YÊN DAGIRKERIYA TIRKIYE

Dewleta Tirk hesabekî bi vî rengî dike; wê çawa êrişî navenda Tevgera Azadiya Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê bike, wê çawa gerîla tine bike; wê çawa li Rojavayê Kurdistanê vê ezmûna heyî, rêveberiya hatiye avakirin, destkeftiyên heyî bişkîne û binpê bike. Ji bo ku bikaribe van bike divê ji Rûsya û Amerîka şewqa kesk werbigre. Ji xwe re derfet dibîne û dibêjê `şerê Ukrayna derket, ez di vê ortê de li gor wê siyasetê bikim heya ku ez bikaribim di encamê de tiştê bixwazim bikim.` Mûdexeleya Iraqê kir û ew bû sedem ku serokomarê Iraqê were nîşandan. Ew bû sedema lawazbûna hikûmeta Iraqê. Hikumeta Iraqê ya perçebûyî û lawaz, dikeve xizmeta dewleta Tirk ku li ser keyfa xwe li Iraqê çi bixwaze bike û dike. Bi rêya wê re êdî bikaribe li Iraqê cihê ku bixwaze êriş bibe ser. Ev jî bi hevkariya PDK û Bexdayeke lawaz pêk tê. Ji bo wê jî bi rehetî plana xwe dide meşandin.

 GER BI YA WAN BA SERÊ MEHÊ WÊ ÊRIŞ BIKIRANA

Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê wê çi bike?  Wê bixwaze bi Amerîka û Rûsya re siyaseteke bide meşandin ku wan razî bike. Ger bi ya wan ba esas wê serê vê mehê hem li ser Şengal û Rojava, hem Qadên Parastinê yên Medyayê êriş pêk anîbana. Lê van guhertinên di asta navneteweyî de çê dibin, dibin sedem ku hemû tişt li gor dilê wan nemeşe.  Her wiha em ti carî vê ji bîr nekin, Tirkan dev ji plana xwe bernedaye. Tirk plan dikin ku êrişî vê herêmê bikin, lê wê çawa êriş bîkîn? Niha li ser krîza Ukrayna’yê wê hewl bide bi van hêzan re bazaran bike û niha jî bazaran dike. Ji bo me ya girîng ev e; em nebêjin ka wê bazara wan bigihêje çi. Em vê hesab bikin ku ew heya êrişî herêmê neke û herêmê dîsa têxê nav qeyraneke şer de rehet rûnane. Divê em li beramberî guhertinên dibêtiya wan heye bi giştî xwedî amadekariyeke baş bin; ji aliyê dîplomasî, siyasî, leşkerî, civakî, çandî…

Li kelêka vê li Şengalê jî ji aliyê hikumeta Iraqê ve diwarên perçekirinê tên lêkirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker jî derdora 230 km bend û xendek li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kirine. Hûn vê çawa dixwînin?

Di esas de ev dîwarê ku li Şengalê çêdibe, plana dewleta Tirk a dagiker e. Ne plana hikumeta Iraqê ye. Jixwe hikumet tine ye û di bîra wê de tinebû ku dîwarekî wiha çêbike. Tirkan bi rêya PDK'ê, Kazimî dan qanehkirin ku dîwarekî çêbikin. Ev dîwar, di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de ye. Esas du aramancên wan hene; yek, Rojavayê Kurdistanê têxin dorpêçê. Ew dîwarên ku Tirkan çêkirine dixwazin dewam bikin ku hemû Rojavayê Kurdistanê ji aliyê derfetên dervayî Sûriyê ve asê bike. Ji xwe aliyekî komên çete, aliyekî dîwarê dewleta Tirk li aliyêkî dîwarê Iraqê û aliyê din jî hikumeta Şamê û DAIŞ'ê ye. Wiha Rojava dixin nav dorpêçê. Ya duyem, Şengal bi xwe ye. Ev encama îtîfaqa PDK bi Tirkan re ku soz dane wan ku xwediyê Şengalê jê derxînin û teslîmî Tirkan bikin. Ji bo piştgirî jê re neçe û parastina Şengalê çênebe ku bikaribin wê bifetisînin dîwar derdorê çê dikin. Ev planeke hevbeş di navbera PDK, Tirkan û hin hêzên di nav hikûmeta Iraqê de ye.  Ji ber hikumeta Iraqê hîn nehatiye damezrandin hêzên ku niha derfet dîbînin, ji vê derengmayîna avakirina hikumeta Iraqê ji xwe re bikartînin.

ÊRİŞ BIRYARA TINEKIRINA HER KESÎ YE

Ger êrişeke wiha pêk were hûn ê helwesteke çawa nîşan bidin?

Ger êrişek wiha pêk were ev tê wateya biryara tinekirina her kesî. Ne tenê êrişeke li ser komek gerîla, an jî çiyayekî an jî herêmeke teng. Tê wateya biryardayîn an jî stardayîna biryara tinekirina projeya giştî. Biryara tinekirina projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Pêwîst nake ku em jî rûnin û ji xwe re lê temaşe bikin û em bibêjin ka çi li wir çêdibe em piştre tevbigerin. Guhertinên li cîhanê çêdibin, bi hev ve girêdayî ne. Dema li wir êriş pêk hat wê bandora wê li vir jî bê kirin. Heta wê qonax bi qonax bi dûv hevde bê. Ger li wir bi ser bikeve qonaxa duyemîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dibe ku bi hev re jî destpê bike, dibe ku her care yek bi yek bimeşîne. Bi yekê bigihêjê encamekî û ya din bide meşandin. Mînak; destpêkê çiyayên Kurdistanê, piştre Şengal û pişt e jî Rojavayê Kurdistanê ye. Yan jî berovajî. Ya esasî, ew plan bi giştî ye û yek e. Ne ku sê planên cûda ne ku em bibêjin ev bibe û ya din nabe. Dema dest pê kir yek plan e. Bes di hundirê planê de gavên yekem, duyem, seyem heye. Ji bo wê girîng e ku her kes xwedî li berxwedanê derkeve û xwe ji bo berxwedanê amade bike.

ÇARE BERXWEDAN E

Çi êriş li ser gerîla, Şengal, Rojava, Başûr çêbibe, ev êriş li ser perçeyên din yên Kurdistanê ye jî. Tev bi hevdu ve girêdayî ye. Divê em di nav xewn û xeyalan de ji xwe re hesaban nekin, rastiyên jiyanê û têkoşînê hene. Em di nav şer de ne. Ev ne tiştê ku dilê me dixwaze û wê wiha be. Dijminek heye, planeke wî heye, dixwaze êriş bike û yên beramberî xwe tine bike. Çareya yên beramberî wan jî berxwedan e. Divê derfetên berxwedanê çi ne wan pêş bixîne. Mînak, balafirên me tine ne, lê gel dikare bi hev re pergala xwe ya parastina cewherî pêş bixîne. Dikare di nav tax, gundan de pergalek wiha çê bike ku ger êrişek çê bibe parastinê bike. Ev mijarên hebûn û tinebûnê ne. Divê herkes li dijî van hewildanan bi taybetî li dijî kesên ku alîkariya dewleta Tirk dikin û hevkariyê dikin bisekine, beriya ku şer dest pê bike divê em wan hişyar bikin û wan bidin rawestandin.

Gelo hûn behsa PDK’ê ya ku hevdîtinan bi dewleta Tirk re pêk tîne dikin?

Belê, PDK`ê bi dewleta Tirk re peymana şer îmze kiriye. Em çima dixin rojevê? Em dibêjin beriya ku dest pê bike divê gav paşde biavêje. Dema dest pê kir nikare gav paşde biavêje. Xilas, dema îlan kir dikeve nav. Wê demê wê çi sûd li Kurdan bibe. Wê Kurd perişan bin, doza Kurd derbe bixwe. Em dibêjin bisekinin, ev ne ji berjewendiya we ye. Heya ku demkî bihesibîne berjewendiyên takekesî hinek sûd bigre. Dewleta Tirk li kudere bi ser bikeve berjewendiya Kurdan tê lê tine ye. Dewleta Tirk li kudere bi ser bikeve li wir demokrasî, azadî, wekhevî, maf namîne. Divê vê bibînin. Ger planên dewleta Tirk pêk bên û ew jî pê re alîkar bin, piştî planên wan ser bikevin wê bifitile wan jî.

Her wiha bi vê tevgerê re PDK'ê statûya hikumeta Başûrê Kurdistanê jî dixê bin xeteriyê…

Rast e. Ger niha Tirk statûya herêmê qebûl dikin û bi wan re rûdinin tevî ku alên wan hilnadin û fermî navên wan li wan nakin, lê dîsa jî herî kêm bi wan re rûdinin. Bila vê bizanibin; ger bi wan re rûdinin ji ber ku em hene. Em tinebin bi wan re nema rûdinin. Edî ev kes ji bo xwe, hebûna xwe û mayîna qiymetê wan divê bifikirin.  Divê ew jî gerîlayên Kurdistanê, Tevgera Azadiyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin. Biparêzin ku qiymetê wan bê parastin. Ne wiha be hebûna wan jî dikeve xeteriyê.

Herî dawî, peymana civakî di çi qonaxê de ye û wê bi xwe re çi bîne, çi guhertinan çêbike?

Di şoreşan de dem gelekî girîng e. Carna firsendên dîrokî derdikevin, ger tu di dema wê de gav neavêjî paşê tê poşman bibî. Me jî qaşo di bin navê wê yekitiyek di navbera rêxistinên Kurdan de çêbibe, hîn beriya salekê me dest bi pêvajoya hevdîtin û diyalogan kir. Wê demê esas plan ew bû ku em peymana civakî amade bikin û dest hilbijartinan bikin. Ji bo xatirê wan hevdîtinan ew gav bi derengî ket. Me demek ji destê xwe winda kir. Yek ji encamên wan hevdîtinan, bandorek neyînî li pêvajoyê kir ku dem li me da windakirin.

DERENGMAYÎNÊ ZIRAR DA ME

Divê ev peyman beriya salekê hatiba amadekirin, lê derengî ket ku niha di rojeva me de ye. Divê hilbijartin beriya salekê çêbûba, lê heya niha hilbijartin çênebûne. Ev bi giştî bandor dikin. Di nav xweseriyê de hinek sazî hene; divê karên wan bihatana sererastkirin, hinek erk hebûn divê bihatana guhertin, hinek pergala kar divê bihata sererastkirin, hinek rexneyên civakê hene divê li ser bihata sekinandin. Her kesî digot em bisekinin, tiştekî nû nekin heya ku îtîfaqa me û ENKS’ê çêbibe. Vê yekê,  gelekî zirar da me.

PEVAJOYA PEYMANA CIVAKÎ

Reşnivîsa peymanê amade bû. Lê divê ev reşnivîs têkeve pratîkê, divê nêrîna gel bi giştî tê de hebe. Ji bo wê ew komîteya 158 kes ku di nav de 30 kes ji bo yekser kar bidin meşandin hatibûn derxistin. Li hemû bajaran pêvajoya xwendina reşnivîsê û girtina nêrînan heye, li gorî nêrînan 158 kes wê bicivin, wan nêrînan giftugo bikin û rengê dawî bidinê.  Divê em zû bikin. Di demeke herî kurt de em vê xilas bikin, bi encam bikin da ku rengê dawî yê peymanê pêşkêşî Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Ji bo ku ji erêkirinê re derbas bibe û li ser vî esasî Desteya Bilind a Hilbijartinan êdî starta hilbijartinan bide. Starda hilbijartinan êdî li ser erêkirina peymana civakî maye. Lê di vê navberê de mirov dikarê karê bê kirin bike.

Em dixwazin pêvajoyekî bi xurt dest pê bikin û ev pêvajo bibe wekî hamleyeke nû ya rêxistinî, avakirin û xurtkirina Rêveberiya Xweser. Bi hilbijartinan re hemû kes û aliyên ku bixwazin têkevin nav vê rêveberiyê ew jî bi rengekî demokratîk namzetê xwe nîşan bidin. Di vê pêvajoyê de du gav li pêşiya me hene; ev peyman bi encam bibe û piştî wê jî hilbijartin dest pê bikin.

ANHA