Greva mamosteyan li Idlib û Efrînê  berdewam dike

Greva mamosteyan li Sûriyeyê berfireh bûye, kampanyaya "Greva Rûmetê" berdewam dike û li gelek dibistanên Îdlib û Efrînê ders hatine rawestndin. Mamoste daxwaza bilindkirina mûçeyan û baştirkirina şert û mercên jiyanê dikin.

Greva mamosteyan li Idlib û Efrînê  berdewam dike
15 sibat, 2026   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanyaya "Greva Rûmetê" a mamosteyên ku daxwaza bilindkirina mûçyan dikin, li gelek dibistanên Îdlib û Efrînê dersdayin rawestandine.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, greva li bajarê Îdlibê bandor li dibistanên sereke kiriye û dersdayin hatiye rawestandin. Her wiha girev li bajarên Sarmada, Maaret Misrîn, Arîha, Biniş, Teftenaz, Temûm, Darkûş û Kefr Yehmûl ên Îdlibê jî belav bûye.

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî jî karmendên perwerdeyê li dibistanên Zekeriya Hebeş, El Kerame, El Îttîhad, Seyf El Dewle, Osman Bin Affan û Selahedîn, ragihandin ku ew ê ji îro pê ve dest bi grevê bikin.

(k)