‘Em heta mirinê bi Rêber Apo re ne’

Meşevanên ku ji bo silavkirina berxwedanan Îmralî daketibûn qadan destnîşan kirin ku Rêber Apo xwedî perensîb û bawerî ye, perensîba wan jî Rêberê wan e û gotin “Em heta mirinê bi Rêber Apo re ne”

‘Em heta mirinê bi Rêber Apo re ne’
15 sibat, 2026   14:08
QAMIŞLO

Meşevanên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ên ku ji bajarên Cizîrê tevlî meşa li bjarê Qamişlo helwestên xwe yên li hemberî komployê ji ajansa me re nîşan dan.

Nûrhan Hesen a ji bajarê Efrînê da zanîn ku ji bo ku gelê Kurd bê deng bikin, li dijî Rêber Abdullah Ocalan komplo didomînin û ji bo wan ev rojeke reş e û wiha pê de çû: “Em heta mirinê bi Rêber Apo re ne.”

Fesîh Yûsif ê ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi sebir û fikra xwe dunya hejandiye û wiha got: “Ez 70`ê salî me, min sala 1998`an soz daye ez nezewicim heta Serok Apo ji girtîgehê derkeve. Em xweşkayî xew nakin bi şev û roj di bîra me de ye. Rêber Apo xwedî perensîbe û bawerî ye, perensîba me jî Rêberê me ye.”

Dîlber Şakir a ji bajarê Amûdê destnîşan kir ku komplogeran xwestin fikra Rêber Abdullah Ocalan tune bikin û wiha got: “Bila bizanin cihê ku Rêber Apo lê digirin, ew cih ji bo hemû gelê li cîhanê vediguhere ronahiyekê. Em bi felsefeya Rêber Apo girêdayî ne û em di vê yekê de jî bi israr in.”

(sb)

ANHA