‛Gotin û kirinên desthilata Şamê dûrî hev in’

Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî avakirina hikumeta nû ya desthilata Şamê, bi serokatiya Ehmed El Şeri fikarên xwe nîşan dan û diyar kir ku gotin û kirinên wê dûr hev in.

‛Gotin û kirinên desthilata Şamê dûrî hev in’
30 adar, 2025   21:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyeke nivîskî fikra xwe ya kûr ya li hemberî hikumeta nû ya ku ji hêla desthilata Şamê ve bi serokatiya Ehmed El Şeri hatiye tayînkirin nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî sozên ku serok El Şeri yên ji bo avakirina hikumeteke xwe dispêre pispor û nûnertiya adilane dane lê nîşaneyên hikumeta heyî gelek guman li hember van armancan çêkirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê di daxuyaniya xwe de nuqteyên sereke yên biguman ên der barê avakirina hikumetê de aşkera kirin û wiha ne:

Temsîliyeta yek îdeolojiyê: Di hikumetê de gelek endamên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) hene, ev jî dijberî rêgeza pirrengî û nûnertiya adilane ye ku serok El Şerî soza wê dabû. Ev yekalîbûn gelek pirsan bi xwe re derdixe holê ku gelo hikumeta dikare nûnertiya tevahî beşên gelê Sûriyeyêbike.

Tunebûna pirrengiya siyasî: Hikumeta nû nûnertiya siyasî ya partiyên Sûriyeyê yên cihêreng di ber çavan re negirtiye, bi wê re dihêle deng û nêrînên curbecur ên temsîliyeta mozaîka niştîmanî kêm be. Tevî hebûna hin teknokratan, lê dîsa jî girîngîdayîna endamên HTŞ'ê hegemoniya wan a îdeolojî dide pêş.

Paşguhkirina nûnertiya jinan: Partî mixabîneya xwe li hember paşguhkirina rola jinan di hikumeta nû de anî ziman.  Paşguhkirina jinan dijberî nirxên edalet û wekheviyê yee û rewabûna hikumetê ku nûnertiya tevahî Sûriyeyiyan dike, kêm dike.

Paşguhkirina erdnîgarî: Di hikumeta nû de tu wezîrên ku nûnertiya parêzgehên Reqa, Tertûs û Derayê bikin, tune ne. Ev jî paşguhkirin weke paşguhkirina beşeke berfireh ji gelê Sûriyeyê tê hesibandin, tevî ku gelek pisporî li van herêman hene. Ev paşguhkirin bi xwe re hesta dûrxistinê tîne.

Di dawiya daxuyaniyê de Partiya Sûriya Pêşerojê bang li Ehmed El Şeri kir ku li tayînkirina hikumetê vegere û wê sererast bike, ji ber ku pêwistiya avakirina Sûriyeya nû bi hikumeteke giştî û hevseng dûrî hegemoniya îdeolojî û paşguhkirina siyasî, civakî û erdnîgarî, heye.

(mh/fr)

ANHA