Mazlûm Ebdî Cejna Remezanê li Sûriyeyiyan û cîhana îslamî pîroz kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi boneya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê da û got: "Cejna Remezanê li tevahî Sûriyeyiyan û cîhana îslamî pîroz be."

Mazlûm Ebdî Cejna Remezanê li Sûriyeyiyan û cîhana îslamî pîroz kir
30 adar, 2025   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser rûpela xwe ya X’ê der barê Cejna Remezanê de peyamek da.

Di peyamê de ev hate gotin: "Ez Cejna Remezanê li tevahî Sûriyeyiyan û cîhana îslamî pîroz dikim. Bi vê boneya pîroz, em diyar dikin ku bijardeya me ya daîm aştî ye û em pabend in ku bi rêbazên aştiyane îstîqrarê pêk bînin. Em bi hêvî ne ev cejn ji bo welatê me bibe wesîleya ewlehî û aramiyê."

Li gorî desthilata Şamê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sibe (duşemê) roja yekemîn a Cejna Remezanê ye.

(fr)