Yekane hêviya koçberan a ji cejnê; vegera ewle

Bi hatina cejna Remezanê re, kula koçberiyê dîsa dikeve dilê kesên ku bi darê ji malên xwe hatine koçberkirin. Tevî hewldanên wan ku cejnê bi dilxweşî pîroz bikin jî, lê kêfxweşiya wan kêm dimîne û tenê hêviyeke wan heye; bi ewlehî vegerin malên xwe.

31 adar, 2025   03:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Ji sala 2019’an ve ji bo bi hezaran malbatên ku ji ber koçberbûna bi darê zorê neçar man malên xwe biterikînin, êdî cejn nemane wekî berê, bi taybetî şêniyên bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji warên koçber bûne.

Koçberê ji Serêkaniyê Casim Mihemed Samû ku li kampa Waşûkanî ya li Hesekê dimîne, bi xemgînî behsa rewşa cejnê kir û wiha got: “Cejn e lê em nikarin biçin ser gorên miriyên xwe, em germahiya malên xwe hest nakin, nikarin herin ba dost û cîranên xwe. Em jî welatiyên Sûryeyê ne, çima em wekî yên din venegeriyan, me tu gunehek nekiriye û ji bilî mafê xwe yê vegera ewle tiştekî din naxwazin.”

‘VEGER DAXWAZA HER KESÎ YE’

Li aliyekê kampê Emîra El Hamid li kêleka besteyeke biçûk a firotinê rûniştiye û hewl dide ku di nav van şert û mercên zehmet de bi firotinê debara xwe bike. Lê wekî ku ew dibêje, ew hest nake ku cejna li vir mîna cejnên li gundê wê be û dibêje: "Em li vir westiyane. Ev der ne wekî mal û gundên me ye. Cejna li kampan xemgînî ye. Em wekî berê kenê zarokan nabihîzin û wek her sal em bi malbatê re li hev kom nabin. Tenê daxwaza min ew e ku vegerim mala xwe, dîsan wekî berê hezkiriyên xwe li ba hev bibînim.”

‘EM DIXWAZIN BI AŞTÎ BIJÎN Û JIYANÊ VEGERÎNIN GUNDÊN XWE’

Îbrahîm Cuma diyar kir ku li kampan çêja cejnê tune ye û wiha got: "Ji dema ku em neçar man ji malên xwe derkevin, xweşiya cejnê nemaye, her cejn em diçûn ser gorên hezkiriyên xwe diçûn û wek malbatek kom dibûn, lê niha em ji hev belav bûne. Tiştê ku em dixwazin ew e ku em vegerin malên xwe, bi aramî bijîn, wekî berê berê xwe bidin gundên xwe. "

‘DÛRÎ WELAT Û XIZMÊN XWE ÇÊJA CEJNÊ TUNE YE’

Fewaz Ehmed jî got: " Dewleta Tirk a dagirker em ji malbat û hevalên me veqetandin. Her yek ji me niha li bajarekî ye. Cejn êdî ne cejn e, lê rojeke din a xerîbî û hesretê ye. Xwezî ew cejn vegere û em dîsa li malên xwe bin, em bi malbatên xwe re wek berê kom bibin, em vegerin malên xwe û deriyên xwe ji mêvanan re vekin.”

Tevî dijwariya koçberiyê û êşên rojane, koçberên Serêkaniyê bi hêviya vegerê dijîn. Ew tenê mafên xwe yên xwezayî dixwazin ku bi aramî û ewle vegerin malên xwe, cejnan di nava dîwarên malên xwe de, li gundên xwe û di nava xizmên xwe de pîroz bikin.

(k)

ANHA