Girtiyê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş ê giran Îsmet Çardak ê ku bi hinceta "ji bo ewlehiya gel xeternak e" demeke dirêj berdana wî hatibû taloqkirin û 15 roj berê bi kursiya biteker hat berdan, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
14 adar, 2024   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsmet Çardak ê ku li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê ji nexweşiya "genetîk mîopatî" dihat dermankirin, piştî îtiraza parêzerê wî Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora “nikare bi tena serê xwe  jiyana xwe bidomîne” 28’ê Sibatê serbest hatibû berdan. Çardak ê ku di meşê de zehmetî dikişand, bi kursiya biteker ji girtîgehê derketibû.

Çardak îro ji ber qeyrana dil li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çardak ji aliyê malbat û hezkiriyên wî ve li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Sibe jî ji bo Çardak li Mala Sersaxiyê ya Hevedanlilarê sersaxî bên qebûlkirin.

Îsmet Çardak di sala 1992'an de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn û li girtîgehê bi nexweşiya"genetîk mîopatî" ketibû. Ji ber dermankirina şaş nexweşiya wî pêş ketibû