Lahur Talebanî partiyek nû ava kir

Hevserokê berê yê YNK’ê Lahur Talebanî ku ji YNK’ê hatibû dûrxistin, ragihand ku wî partiyeke nû bi navê Berey Gel ava kiriye.

Lahur Talebanî partiyek nû ava kir
14 adar, 2024   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên malperên Başûrê Kurdistanê, Lahur Talebanî (Lahur Şêx Cengî) di civîna çapemeniyê ya li Hewlêrê de ragihand ku partiyeke nû ava kiriye.

 Her wisa li gorî agahiyên malperên Başûr, tê gotin ku partiya ku Lahur Talebanî ava kiriye navê wê Berey Gel (Eniya Gel) e, di amblema wê de sembola rojê heye.

 Lahur Talebanî di sala 2021’ê de bi hinceta ku xwestiye Bafil Talebanî jehrî bike, ji YNKê hat derxistin. Lahur Talebanî jî li beramberî vê îdiayê, îdia kir ku ji ber komploya di navbera dewleta Tirk û PDK’ê de ew ji YNK’ê hatiye derxistin.

 Her çend Lahur Talebanî îdia kir ku PDK ew dersînor kiriye jî, di van demên dawî de têkiliyên wî yên nêzîk bi PDKê re çêbûye. Daxuyaniya partiya ku Lahur Talebanî li Hewlêrê damezrandibû, bal kişand.