Li ser paşxaneya dizîna motorsiklêtê çete bi hev ketin

Li ser paşxaneya dizîna motorsiklêtê li bajarê Babê yê dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin, di encamê de 2 çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li ser paşxaneya dizîna motorsiklêtê çete bi hev ketin
14 adar, 2024   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên bi dest ketine, di navbera çeteyên ˊEhrar El Şerqiyeˊ û ˊTevgera Ehrar El Şam El Îslamiyêˊ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de li bajarokê Terhîn ê bajarê Babê yê dagirkirî pevçûn derket.

Li gorî çavkaniyan, sedema pevçûnan ew e ku çeteyên ji ˊEhrar El Şamˊ motorsiklêtek dizî, bi wê re çeteyên ˊEhrar El Şerqiyeˊ êrişî kampa ˊŞebîranˊ kir û di encamê de 2 çete hatin kuştin û kamp bi guleyên hawin û doçkeyan hat hedefgirtin.

Çeteyan sewqiyetên leşkerî zêde kirin û bi wê re pevçûnên dijwar çêbûn û bi wê re gelek birîndar çêbûn û di nava niştecihên kampê de tirs çêbû.

(fr)