Geşbûna zimanê kurdî li Helebê

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ruxmî astengî û zehmetiyan jî vîneke bihêz hebû ku şênî fêrî zimanê dayikê bibin. Ev vîn, hêmanê sereke ya guhertina siberojê bû ku êdî bi serbestî fêrî kurdî dibin.

Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
Geşbûna zimanê kurdî li Helebê
16 gulan 2024   06:17
HELEB
MIHEMED EBDO

Ruxmî ku ji herêmên Rêveberiya Xweser dûr e jî zimanê kurdî li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiye yên Helebê dihate fêrkirin. Şêniyên her du taxan xwe bi vîneke xurt bi çek kirin û dev ji fêrbûna zimanê kurdî berneda. 

Ev pêvajo di gelek qonaxan re derbas bû. Destpêkê zimanê kurdî di nav malan û jêrzemînan de bi awayekî veşartî dihate fêkirin, dûre gihaşt pêvajoyeke herî girîng ku êdî materyalên Rêveberiya Xweser di dibistanên her du taxan de tên fêrkirin.

VÎNA FÊRBÛNÊ BI SER KET

Li Helebê piştî lidarxistina 2`yemîn Konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) sala 2009`an, gelek kom bi awayekî veşartî hatin avakirin û dest bi fêrkirina rêzimanê kurdî li hin malên li her du taxan hate kirin.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, yekemîn saziya zimanêkKurdî li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate vekirin. Ji saziyê sala 2012`an 4 beş derçûn ku perwerde li ber destê 6 mamosteyên pispor dîtin. Di nava wan de şehîd Egîd Çîlo hebû ku Akademiya Amadekirina Mamosteyan a Branşên Kurdî  li Qamişloyê pê hate navandin.

Di encama êrişên dijwar ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî her du taxan de, pêvajoya perwerdeyê li saziyê tenê 7 mehan dirêj kir. Lê belê sala 2013`an dîsa dest pê kir. Dûre 2014`an biryar hate dayîn ku zimanê kurdî bikeve nav materyalên di dibistanên her du taxan de.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sala 2016`an dîsa êriş kir, bi wê re sazî hate girtin. Lê belê xebatên perwerdeyê bi zimanê kurdî di jêrzemînan de temam kirin.

QONAXÊN PÊŞKETINÊ

Dawiya 2016`an, xebatên fêrkirina ziman kurdî bi rêya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) berdewam kir. 20 mamosteyan zimanê kurdî fêrî zarok û şêniyan kir.

Di çaryeka dawîn a 2018`an de, bi destpêkirina sala perwerdeyê ya nû re û koçberkirina şêniyên Efrînê ber bi Helebê ve, waneyên zimanê kurdî di her maleke li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê de hatin dayîn. Sala 2020`an dibistaneke taybet ji bo fêrkirina zimanê kurdî hate vekirin. Ew jî Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn e.

Piştî ku xwendekaran eleqedariyeke mezin nîşanî dibistanê da, KPC-D’ê sala 2022`yan Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat û Cûdî Amanos vekir.

Sala 2023`yan jî, KPC-D Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Şehîd Zozan vekir ku li ser asta Şêxmeqsûd û Eşrefiyê peymangeha yekemîn e.

BAWERIYA BI SERKEFTINÊ

Mamosteya zimanê kurdî Alhildan Fecir diyar kir ku li ser bingeha baweriya wan bi serkeftinê, zehmetiyên li pêşiya qada perwerdeyê derketine, derbas kirin.

Alhildanê destnîşan kir ku mamosteyên zimanê kurdî cihê xwe di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê de girt; ji xebatên perwerdeyê bigire heta bigihêje rakirina çekan, amadekirina xwarinê ji eniyan re.

Li gorî Alhildanê, ji bo parastina ziman rola sereke ya dayîkan e ku israr kir axaftin li malê tenê bi zimanê kurdî be rumxî ku pergalên serdest wê demê bi awayekî aşkera axaftina bi kurdî qedexe kiribû.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye 13 dibistan hene. Di 3 dibistanan de metaryalên Rêveberiya Xweser tên fêrkirin. Di Bera Malik, Alan Mihemed, Aye Qasim, Rifet Hec Ser, Intwan Eswed û Helîme El Sediye yên taxa Şêxmeqsûdê û Mîxaîl Neîme, Selahudîn, Salih El Elî û Fayiz Mihemed li taxa Eşrefiye de, metaryalên hikumeta Şamê li rex waneyên zimanê kurdî têne dayîn.

Hejmara şagirtên di dibistanan de ku metaryalên Rêveberiya Xweser lê têne dayîn û li peymangehê jî 698 e. Li dibistanên din jî 15 hezar û 8 xwendekar hene.

(şx)

ANHA