Li Dêrazorê kevneşopeke doste jîngehê

Li gundên kantona Dêrazorê jin ji bo veguhastina baran û peydakirina pêdiviyên xwe yên rojane erebaneyan bi kar tînin û diyar dikin erebane berevajî erebeyan dostê jîngehê ne.

Li Dêrazorê kevneşopeke doste jîngehê
Li Dêrazorê kevneşopeke doste jîngehê
Li Dêrazorê kevneşopeke doste jîngehê
Li Dêrazorê kevneşopeke doste jîngehê
Li Dêrazorê kevneşopeke doste jîngehê
Li Dêrazorê kevneşopeke doste jîngehê
16 gulan 2024   07:35
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Li gundê Ebû Herdûb ê kantona Dêrazorê jin erebaneyan (erebeyên hespan) ji bo veguhastinê, barkişandinê û gelek karên din bi kar tînin. 

Jina bi navê Hemîde El Dêf a ji heman gundî got: "Ji zêdetirî 40 salî ve em vê amûrê bi kar tînin. Li herêma me bi navê erebane tê naskirin. Kevneşopeke me ye ku pêşiyên me bi kar dianî.”

Hemîde bi erebaneya ku qatir wê dikişînin, ard, êm û berhmenên çandiniyê bar dike û got: "Ev erebane barê me jinan li gund sivik dike. Ji ber ku em debara xwe ya sereke bi sewal û çandiniyê peyda dikin.”

Her wiha Hemîdeyê diyar kir ku erebane dostê jîngehê ye û tevgera çûn û hatinê di nava sûkan de hêsantir dike, qerebalixê çênake, ji wê zêdetir lêçûna wê jî ne pir e, nemaze niha ku rewşa aborî û jiyanî ya piraniya malbatan dijwar bûye û nikarin lêçûna veguhastinê bidin.

Jina bi navê Xedra El Wezîr jî diyar kir ku ew ne tenê ard, berhem û semadê bi erebaneyan dikişînin, lê pê serdana xizmên xwe yên li gundên nêz jî dikin.

Bi nêrîna Xedrayê erebane ji erebeyan baştir in, ji ber ku lêçûna wan tune ye û got: “Tenê hinek êm bidin qantiran û kengî bixwazin dikarin biçin her derê."

(şx)

ANHA