Dema Barzanî soza xwe binpê kir: Komkujiya Hewlêrê

PDK`ê bi serkêşiya Mesûd Barzanî ku bi gorê bavê xwe sond xwaribû ku qet bi dewleta Tirk re hevkariyê neke, komkujiyek li dijî şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê yên birîndar û welatparêzan kir.

Dema Barzanî soza xwe binpê kir: Komkujiya Hewlêrê
16 gulan, 2024   02:35
KOBANÊ

27 sal di ser komkujiyeke herî hovane re derbas dibe ku di sedsala 20`an de bi serê gelê Kurd de hatiye. Li bajarê Hewlêrê bi destê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dehan têkoşer şehîd bûn. Hemwextî wê dewleta Tirk a dagirker êrişî tevgera rizgariya Kurdistanê dikir. 

14`ê Gulanê sala 1997`an, zêdetirî 200 hezar leşker û cerdevanên dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişê kir û dewleta Tirk navê “Operasyona Çakûç” lê kir. Armanca wê li Başûr tunekirina tevgera rizgariya Kurdistanê bû.

Di 2 rojên pêşîn de, gerîlayên PKK`ê berxwedaneke mezin nîşan didin û derbên giran li artêşa Tirk dixin. Di encama berxwedana gerîlayan de bi dehan leşker hatin kuştin û dewleta Tirk nekarî tiştekî bi dest bixe.

SÛCÊN HERÎ HOVANE

Di wê demê de serokê PDK`ê Masûd Barzanî soz da ku hêzên wî li kêleka artêşa dagirker tev li êrişên li dijî gerîla nabin. Lê belê Barzanî da ser soza xwe, ji dewleta Tirk re xizmet kir. Hêzên wî komkujiyek li dijî bi dehan birîndarên tevgera rizgariya Kurdistanê yên ku di nexweşxaneyeke Hewlêrê de dihatin dermankirin, pêk anî. Zêdetirî 80 gerîla û welatparêzên ji Kurdistanê di komkujiyeke herî hovane de hatin şehîdxistin û heta niha cihê cenazeyên wan nayê zanîn.

Hêzên PDK`ê bi awayekî hemwext hem êrişî nexweşxaneyê kir hem jî êrişî Navenda Giştî ya Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), ofîsa Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Hewlêrê, Komeleya Yekitiya Jinên Azad a Kurdistanê (YAJK), êrişî rojnameyên Welat û Welatê Rojê jî kir û bi çekên giran ew sazî gulebaran kirin. Di êrişan de ku li ser van saziyan çêbûn, gelek mirovên bêparastin hatin qetilkirin. Êrişên girtinê piştî êrişê dan destpêkirin û bi mehan berdewam kir.

PDK`ê li rex artêşa Tirk li çiyayên Kurdistanê êrişî şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê kir.

Ruxmî wê jî û ji bo ku rê li pêşiya xwînrijandina Kurdan bê girtin, tevgera rizgariya Kurdistanê şerê PDK`ê nekir, berovajî wê, hewl da rê li ber dagirkeriyê bigire, ji bo ku dagirkirina Başûrê Kurdistanê berfirehtir nebe.

‘BARZANÎ SOZ DA LÊ SOZA XWE XWAR`

Endamê desteya rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce têkildarî komkujiya Hewlêrê ji ajansa me re axivî.

Ehmed Xoce got: "Bawer im di salên 90`î de, gelek civîn li ser astên herî bilind di navbera tevgera rizgariya Kurdistanê û PDK`ê de li dar ketin. PDK`ê gelek soz dan ji bo ku rê li pêşiya şerê birakujiyê bigire. Heta bi gora bavê xwe sond xwar ku tev li vî şerî nebe. Lê belê hemû derew bûn. Sala 1992`yan, hêzên PDK`ê rasterast li kêleka dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê şerê gerîla kir. Sala 1995`an PDK`ê kiryarên herî hovane û kirêt li dijî gerîla kirin."

19`ê Gulana 1992`yan, piştî hilbijartina yekemîn a parlamentoya Başûrê Kurdistanê, PDK`ê 28`ê Hezîrana heman salê biryar da ku şerê şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê bike û wî şerî Cotmehê dest pê kir.

PDK`ê tevî dewleta Tirk êrişî gerîla kir. Salên 1992, 1995, 1997 û heta 1999`î êrişên herî zêde pêk hatin. Lê belê ev hevkarî heta niha berdewam e.

XETA XIYANETÊ JI NÛ VE ZINDÎ KIR

Xoce wiha domand: "16`ê Gulana 1997`an, hovîtiya PDK`ê gihaşt lûtkeyê ku êrişî nexweşxaneyekê kir ku 80 gerîla û welatparêz tê dihatin dermankirin. Her kes tesfiye kirin. Êrişî navendên çandî û saziyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kirin. Ew komkujiyeke hovane bû û di dîroka gelê Kurd re rojeke reş e."

Her wiha Xoce diyar kir ku heta niha kiryarên PDK`ê berdewam in û got: "Beriya 2 salan desthilata PDK`ê dest danî ser miqdareke mezin a maskên xweparastina ji çekên kîmyewî ku ji gerîla re hatibûn şandin. Wê demê şer dijwar bû û dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar dianîn. Lê belê di encamê de bi dehan ciwanên me şehîd bûn. Gelo ji vê dijminatiyê bêtir heye? Her tim xeta xiyanetê zindî dibe. Ev li dijî berjewendiya kurdî ye û tenê dibe sedema nakokiyên hundirîn."

PDK`ê kiryarên xwe yên li dijî doza Kurd û Kurdistanê didomîne. Hevkariya xwe bi dewleta Tirk re berdewam dike ku ji 24`ê Nîsana 2021`an ve bi navên cuda êrişî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, PDK vê dawiyê jî plan dike çeteyên bi navê "Pêşmergeyên Roj" li kêleka dewleta Tirk tev li şerê li djî gerîla bike.

(şx)

ANHA