Gendelîya Iraqê, aloziyên li Tengava Hormuzê û rola ya Tirkiyeyê li Lubnanê

Rojnameyên erebî îro li ser gendeliyê li Iraqê, aloziyên li Tengava Hormuzê, û hebûna Tirkiyeyê ya li Lubnanê nivîsîn.

Gendelîya Iraqê, aloziyên li Tengava Hormuzê û rola ya Tirkiyeyê li Lubnanê
17 tîrmeh, 2026   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî li ser bandorên gendeliyê li Iraqê, dînamîkên guherbar ên di pevçûna di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de li ser Tengava Hormuzê bandora zêdebûyî ya Tirkiyeyê li Lubnanê, nivîsî.

GENDELÎYA LI IRAQÊ

Rojnameya Lubnanî El Nehar bal kişand ser gendeliyê li Iraqê, ku diyardeyek nû eşkere kir, çawa çewlikên hin rayedaran bûne cihê veşartina hijmarên mezin ên pere û milkên giranbuha yên ku guman tê kirin ku ji milkên giştî hatine dizîn.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev yek gendeliya kûr a di nav saziyên dewletê de nîşan dide. Her wiha nivîsî ku hikûmeta Serokwezîr Elî  El Zeydî kampanyayek da destpêkirin da ku rayedarên ku bi gendeliyê têne tawanbarkirin, bişopînin. Lêbelê, axaftina li ser lihevkirinan bi hin tawanbaran re li hember vegerandina pereyan, bû sedema rexneyên giştî û daxwaz tê kirin ku hemû kesên têkildar, di nav de rayedarên payebilind jî, li ber dadgehan berpirsiyar werin girtin.

ŞERÊ RÊYAN Û VEGERA ASTENGKIRINA HORMUZÊ

Rojnameya Independent Arabia diyar kir ku zêdebûna aloziyê li Tengava Hormuzê di sala 2026`an de guhertinek di cewherê pevçûna di navbera Îran û DYA`ê de nîşan dide. Nakokî êdî bi mijara rêyên deryayî derbas kiriye û bûye pevçûnek berfirehtir li ser rêyên avê yên stratejîk.

Rojnameyê nivîsî ku Îran ji polîtîkaya "sebra stratejîk" ber bi "astengkirina çalak" bi ve çûye, bi hewldana xurtkirina bandora xwe li tengavê û berfirehkirina çarçoveya astengkirina herêmî, berevajî hewldanên DYA`ê yên kêmkirina girêdayîbûna bi Hormuzê ve, bi pêşxistina rêyên alternatîf.

TIRKIYE Û PÊŞBIRKA BANDORÊ LI LUBNANÊ

Rojnameya Lubnanî Al Diyar bal kişand ser veguherînên ku Sûriyeyê ji dema hilweşîna rejîma berê ve tê re derbas bûye, ku derfetên Tirkiyeyê ji bo berfirehkirina bandora xwe li Lubnanê xurt kirine. Tirkiye hebûna xwe ya siyasî, ewlehî û aborî li Sûriyeyê û her weha hevkariya di navbera Şam û Beyrûtê de bikar tîne.

Rojnameyê nivîsî ku Enqere ji bo avakirina bandorek demdirêj li Lubnanê, ji bilî xurtkirina hebûna xwe di mijarên enerjiyê û Deryaya Rojhilat de, xwe dispêre amûrên hêza nerm, wekî hevkariya leşkerî, projeyên geşedanê, alîkariya mirovî û alîkariyên perwerdeyê.

(k)

ANHA