33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn

Li bajarê Amûdê di merasîma bîranîna 33 cangoriyan de soza domandina rêyan wan û parastina destkeftiyên wan hate dayîn.

33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
16 tîrmeh, 2026   23:53
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê merasîma bîranîna 33 cangoriyên di dem û cihê cuda de şehîd bûne li dar xist.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Îsamîl Hogir bi amadebûna malbatên şehîdan û şêniyên bajar pêk hat. Piştî deqeya rêzgirtin sînevîzyonek li ser şehîdan hat pêşandan.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd Ferso axivî û got: "Em 33 şehîdên têkoşîna azadiyê, şehîdên berxwedana zindanan, gerîlayên li çiyayên pîroz û şehîdên şoreşa Rojava bi bîr tînin. Ev şehîd nayê jibîrkirin. Em têkoşîna wan bidomînin û destkeftiyên wan biparêzin."

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA