Li Sûriyeyê di rojekê de 6 kes hatin kuştin

Di 24 saetan de li parêzgehên Sûriyeyê 6 kes ji ber sedemên cur be cur hatine kuştin.

Li Sûriyeyê di rojekê de 6 kes hatin kuştin
17 tîrmeh, 2026   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa me belge kir xortek ji gundewarên başûrê Hesekê dema ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe li ser sînor tê girtin. Leşkerên Tirk gelekî giran wî işkence dikin. Xort di encama işkenceya giran ji ber birînên xwe wefat kir. 

Li gundewarên rojavayê Şamê cenazeya jineke nasnameya wê nayê nasîn hate dîtin. Cenazeya wê jinê avêtibûn ser rêya Dêr Makir û rêya ku diçe Til El Şehim. Li bajarokê Atma yê dikeve bakurê Idlibê zilamekî ku pirsgirêkên wî yên derûnî hene kurê xwe dixeniqînê.

Li Dêra Zorê jî herêma El Eşêhit mêrek ji ber pirsgirêkên kesayetî tê kuştin. Li bajarokê El Mesreb ku dikeve rojavayê Dêra Zorê di navbera mêrekî û pismamên wî de şer çêdibe û tê kuştin.

Her wiha li bajarokê Zêbîn ê girêdayî Siwêda mêrek gule diteqînê û di encamê de yek kes tê kuştin.

(np)