Gelo aloziya Keşmîrê dê bibe şerekî di navbera Hindistan û Pakistanê de?

Ji zêdetirî 70 salan ve nakokî di navbera Hindistan û Pakistanê de hene. Di dema dawîn de li ser herêma Keşmîrê alozî di navbera herdu aliyan de derket û ev nakokî careke din derketin rojevê.

Gelo aloziya Keşmîrê dê bibe şerekî di navbera Hindistan û Pakistanê de?
10 gulan, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
MÎDYA HENAN

Ev zêdetirî 70 sal e di navbera Hindistan û Pakistanê de nakokî hene. Lê di dema dawîn de li ser herêma Keşmîrê alozî di navbera herdu aliyan de derket û gengaziya despêkirina şerekî mezin di navbra 2 hêzên atomî yên başûrê Asyayê de, zêde bû.

Êrişên hewayî û pevçûnên li herdu aliyên "xeta kontrolê" dosyaya herêma Keşmîrê derxist rojeva herêmê. Li hemberî van geşedanan hêzên navneteweyî bêdeng in û ev jî ji ber rûdana şerekî mezin ê li dijî aramiya herêmê bi tevahî, dibe tirseke mezin.

ÇAWA EV NAKOKÎ DÎSA GUR BÛN?

Hindistanê li dijî deverên hundirê Pakistanê û beşên ji Keşmîrê yên di bin kontrola Îslam Abadê de, êrişên bi mûşekan pêk anîn. Hindistanê îdia kir ku ev êrişa li dijî "binesaziya terorî" bersivdayîna êrişa li dijî Keşmîra Hindistanê ye ku tê de 26 sivîl hatin kuştin.

Hindistan komên çekdar ên girêdayî Pakistanê bi pêkanîna wê êrişê gunehbar kirin, lê belê Pakistanê ev îdia red kir.

DESTPÊKA ALOZIYÊ: ALOZIYA JI 1947'AN VE

Di 14 û 15'ê Tebaxa 1947'an de Hindistan û Pakistan ji bin hukma Brîtanyayê derketin û bûn 2 welatên serbixwe. Brîtanyayê herdu welat li ser bingehên olî ava kirin: Hindistan a ku piraniya welatiyên wê Hindos in û Pakistan a ku piraniya welatiyên wê Musliman in. Diviyabû wîlayetên Emîrî ku hejmara wan zêdetirî 560'î ye li gorî cografî û demografiyê li herdu welatên nû werin parve kirin. Lê belê wîlayeta Jamo û Keşmîr a ku piraniya welatiyên wê Musliman in, wekî xwe ma û tev li tu welatan nebû, ji ber ku hakimê wê Hindosî bû û nexwest tev li tu aliyan bibe.

Di Cotmeha 1947'an de tevlihevî di hundirê Keşmîrê de çêbû û çekdarên qebîleyan ên ji Pakistanê êrişî herêmê kir. Ev jî bû sedema ku hakimê Keşmîrê alîkariyê ji Hindistanê bixwaze. Hindistanê ji bo şandina hêzên xwe, wekî merc xwest ku herêma Keşmîrê tev li Hindistanê bibe û hakimê Keşmîrê jî erê kir. Hingê şerê yekemîn ê Hindistan - Pakistanê dest pê kir (1947-1948). Şer bi navberkariya neteweyî rawestiya û di encamê de herêma Keşmîrê li herdu welatan hat parçekirin. Parçeya mezin ket bin kontrola Hindistanê û ya biçûk ket destê Pakistanê.

DÎSA ALOZÎ Û ŞER

Di sala 1965'an de çekdarên girêdayî Pakistanê derbasî Keşmîrê bûn û di encamê de şerê duyemîn dest pê kir.

Di 1971'an de Hindistanê destek da serxwebûna Pakistana Rojhilat a ku piştre bû Bangiladêş, şerê sêyemîn rû da.

Di dawiya salên 80'yan de li aliyê Hindistanê yê herêma Keşmîrê serhildanên cudaxwaz ên çekdar derketin û xwest ew serbixwe bibin yan jî tev li Pakistanê bibin.

Vê bûyerê alozî ber bi qonaxeke nû ve bir. Hindistanê got ku Pakistanê destek daye wan çekdaran nexasim komên "Artêşa Muhemed" û "Esker Tîba". Pakistanê jî ev îdia red kirin.

Di 1998'an de Hindistan û Pakistan bûn welatên atomî û vê jî metirsiya aloziya Keşmîrê mezintir kir, ji ber ku di her aloziyekê de gengaziya bikaranîna çekên atomî zêdetir dibe.

Di 1999'an de hêzên Pakistanî û çekdar derbasî noqtetên stratejîk ên aliyê Hindistanê bûn. Di encamê de şerê Karcêl li Keşmîrê rû da. Di dawiyê de Amerîkayê û hêzên navneteweyî zext li Pakistanê kir ku vekişe.

Di Mijdara 2008'an de di êrişên terorî yên li bajarê Mumbay ê Hindistanê de 166 kes hatin kuştin. "Esker Tîba" bi pêkanîna van êrişan hat gunehbarkirin. Di encamê de jî têkiliyên di navbera herdu welatan de rawestiyan.

Di Sibata 2019'an êrişeke xwekuj li dijî karwaneke leşkerî ya artêşa Hindistanê li Pulwama hat pêkanîn. Di encamê de 40 leşker hatin kuştin. Li hemberî êrişê Hindistanê êrişên hewayî li dijî herêma Balakot a Pakistamê pêk anîn. Piştre herdu aliyan bi balafirên şer êriş li dijî hevdu pêk anîn û balafirên şer yên hevdu xistin xwarê.

PIŞTÎ AGIRBESTA 4 SALAN NAKOKÎ DERKETIN

Di 2021'an de agirbest li "xeta kontrolê" ya di navbera Keşmîra Hindistanê û Keşmîra Pakistanê de, hat ragihandin û agirbestê 4 salan dom kir.

Piştî 4 salan êrişek li dijî Hindistanê hat pêkanîn û ev jî bû sedema ku Hindistan bersivê bide û êrişên hewayî pêk bîne.

ENCAMEKE GIRAN Û TIRSA GURBÛNA ŞER

Li gorî raporên fermî, li Pakistanê û parçeya wê ya Keşmîrê 31 kes hatine kuştin û 57 birîndar bûne. Çavkaniyeke leşkerî ya Hindistanê jî diyar kir ku di topbarana Pakistanê de 12 sivîl hatin kuştin û 57 birîndar bûn.

TEVGERA ÇÛNHATINA BALAFIRAN HAT ASTENGKIRIN

Hindistanê 21 balafirxaneyên bakur û bakurê rojavayê Hindistanê heta roja şemiyê rawestandin û ev jî wekî nîşana xeterbûna rewşê tê dîtin.

REWŞ BER BI KU VE DIÇE?

Hemwextî gumanên der barê pabendiya bi pîvanên navneteweyî de, gelek pirsên li ser siberoja van aloziyan derdikevin. Gelo şerekî berfireh di navbera herdu hêzên atomî yên herêmê de rû bide? Yan ev alozî dikare bi rêbazên dîplomasî were çareserkirin.

(mh)