Siûdiyê 2 mûşekên balîstîk ên Hûsiyan îmha kirin

Siûdiyê ragihand ku 2 mûşekên ku Hûsiyan ber bi Riyadê ve avêtine asteng kir û rûxandin. Hûsiyan jî daxuyand ku balafirgeha Melik Xalid kir hedef.

Siûdiyê 2 mûşekên balîstîk ên Hûsiyan îmha kirin
8 cotmeh, 2026   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Koalsyona Leşkerî ya bi serkêşiya Siûdiyê Tirkî El Malikî got, îro koalîsyonê 2 mûşekên ku Koma Hûsiyan ku ber bi Riyadê ve avêtine asteng kirin û wêran kirin.

Dîplomatan dane zanîn ku wan agahî wergirtin ku li hundirê balyozxaneyê ya li taxa Dîplomasî xwe biparêzin û dibistanên paytextê jî tedbîr girtin û xwendekar veguhastin hin jêrzemîn avahiyan.

Hûsiyan jî ragihand ku wan balafirgeha Navneteweyî ya Melik Xalid a li Riyadê bi mûşekeke balîstîkî kirin hedef.

Berdevkê Leşkerî yê Koma Hûsiyan Yehya Serî got êrişê armanca xwe pêk anî, zirar kir û tevgera rêwîtiyê sekinandin. Lê Siûdiyê der barê vê yekê de tu agahî nedan.

Berdevkê Hûsiyan hişyarî da karmendên tesîsên petrolê yên Siûdiyê ku ew cih armancên wan e, di heman demê d hişyariya xwe ji bo şîrketên balafirvaniyê û karkerên li balafirgehan nû kir.

(f)