Xelkê Çilaxayê komploya 9`ê Cotmehê şermezar kir

PYD`ê ji bo salvegera Komploya Navneteweyî li bajaroka Kêşikê yê Çilaxayê civîn li dar xist.  

Xelkê Çilaxayê komploya 9`ê Cotmehê şermezar kir
Xelkê Çilaxayê komploya 9`ê Cotmehê şermezar kir
Xelkê Çilaxayê komploya 9`ê Cotmehê şermezar kir
Xelkê Çilaxayê komploya 9`ê Cotmehê şermezar kir
Xelkê Çilaxayê komploya 9`ê Cotmehê şermezar kir
11 cotmeh, 2026   14:24
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro li bajaroka Kêşikê yê girêdayî Çilaxayê ji bo salvegera Komploya Navneteyî civîn li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzigirtinê hevserokê Nivîsgeha PYD`ê ya Çilaxayê Remedan Mihemed axivî û behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir.

Mihemed di nava nirxandinên xwe de anî ziman ku dewletên Navneteweyî li dijî Rêbertî komplo kirin ji ber dizanîbûn ku fikir felsefeya wî li ser wan xeterî çêdike.

Di dawiyê de Mihemed wiha got: "Rêber Apo Îmralî kire navenda fikir, li hemberî şert û mercên Îmralî li ber xwe dide û têkoşîna xwe ya ji bo pirsgirêka Kurd dewam kir. Rêbertî pirsgirêka Kurd gihand tevahiya cîhanê û gihêştiye asta gelê Kurd daxwaz dike hebûna wan qanûnî û di destûran de were naskirin."

Civîn bi berzkirina dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(np)

ANHA