Amy Holmes: Perwerdeya bi zimanê dayikê û çareserkirina pirsgirêkan pêwîst e

Lêkolînera Amerîkayî Amy Austin Holmes bal kişand li ser girîngiya naskirina zimanên din ji ku Erebî li Sûriyeyê û dabînkirina perwerdeya bi zimanê dayikê. Amy got çareserkirina gilî û gazincan û misogerkirina beşdariya siyasî, aborî û çandî, alîkariya pêşîlêgirtina dubarebûna şer dikin.

Amy Holmes: Perwerdeya bi zimanê dayikê û çareserkirina pirsgirêkan pêwîst e
12 cotmeh, 2026   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja yekem a Foruma "MERI" ya 2026’an de ku li Hewlêra Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, lêkolînera Amerîkayî û profesora lêkolînê ya Zanîngeha George Washington, Amy Austin Holmes, diyar kir ku dema gilî û gazincên bingehîn nayên çareserkirin, şer gelek caran ji nû ve gur dibe.

Amy destnîşan kir ku rêveberiya navendî ya tund yek ji wan faktoran bû ku bû sedema derketina şerê berê li Sûriyeyê û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina vê mijarê û pêşxistina beşdariya siyasî, aborî û çandî kir da ku îhtîmala dubarebûna şer kêm bibe.

Der barê perwerdeyê de Amy bal kişand li ser girîngiya dabînkirina perwerdeya bi zimanê dayikê û diyar kir ku dayîna perwerdeyê bi zimanên kurdî û aramî ligel erebî dikare alîkariya kêmkirina rêjeya devjêberdana dibistanê û bilindkirina asta xwendewariyê bike.

(f)