Mazlûm Ebdî û Mesûd Barzanî civiyan

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re li Pîrmamê civiya.

Mazlûm Ebdî û Mesûd Barzanî civiyan
12 cotmeh, 2026   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî yê ji bo tevlî Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) bibe berê xwe dabû Hewlêrê, li Pîrmamê bi Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, di civînê de pêşketinên siyasî yên dawî yên li Sûriye û herêmê, rewşa ewlekariyê hatiye nîqaşkirin.

Di civînê de ku lêgerînên çareseriyê ya li Sûriye û mafê Kurdan a di Destûra Bingehîn de hate gotûbêjkirin ev agahî hate dayîn: “Di civînê de rewşa siyasî ya li Sûriye û Herêmê, pêşketinên dema dawî hatin nîqaşkirin. Her wiha siberoja Kurdan a li Sûriye, rêveçûna pêvajoya diyalogê, çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya aştiyane û hewldanên dîplomatîk ên ji bo aramiya welat hatin nirxandin.”