Di êrişên li ser Xezayê de kesek hat kuştin û 9 kes birîndar bûn

Di êrişên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên Xezayê de kesek hat kuştin û 9 kes birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de kesek hat kuştin û 9 kes birîndar bûn
5 cotmeh, 2026   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên tibî û herêmî Îsraîlê di êrişên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Şerîda Xezayê de kesek hat kuştin û 9 kes birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku di êrişa li ser herêma Mewasî ya rojavayê Xan Yûnis de kesê bi navê Hîşam Ebû Celale hat kuştin, dayikek û 2 zarokên wê di nav de, 4 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di êrişên li dijî herêmên bakur û rojavayê Xezayê de jinek ji serê xwe ve û zaroka bi navê Sûad El Etar (6) jî ji sînga xwe ve birîndar bûn.

Li herêma Hemed a bakurê rojavayê Xan Yûnisê jî 2 kes birîndar bûn. Tê gotin rewşa birîndarek giran e.

Li gorî çavkaniyan, li taxa Zeytûnê ya Xezayê jinek di êrişa dronan de birîndar bû.

(f)