Hevrîn Xelef li Dêrikê hat bibîranîn

Beşdarên merasîma bîranîna şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li bajarê Dêrikê diyar kir ku divê ji berpirsyarên kuştina wan hesab were pirsîn û xebatên ji bo bidestxistina edaletê, misogerkirina mafên jinan, misogerkirina beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê di jiyana siyasî û îdarî de dewam bikin.

Hevrîn Xelef li Dêrikê hat bibîranîn
Hevrîn Xelef li Dêrikê hat bibîranîn
Hevrîn Xelef li Dêrikê hat bibîranîn
Hevrîn Xelef li Dêrikê hat bibîranîn
Hevrîn Xelef li Dêrikê hat bibîranîn
Hevrîn Xelef li Dêrikê hat bibîranîn
12 cotmeh, 2026   14:58
QAMIŞLO

Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Malbatên Şehîdan îro bi boneya salvegera heftemîn a şehadeta şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan merasîmeke bîranînê li dar xist. Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li Dêrikê, bi beşdariya bi sedan şênî, endamên partiyê û xizmên şehîdan hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nisrîn Doko axivî û diyar kir ku hedefgirtina Hevrîn Xelef êrişek li ser doza jinan û dengê azadiyê ye.

Nisrîn diyar kir ku daxwaza sereke ew e ku berpirsiyarên kuştina Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan werin darizandin û mafên jinan werin parastin. Her wiha destnîşan kir ku şehîd Hevrîn parêzvaniya wê yekê kir ku jin di astên siyasî, îdarî û civakî de li Sûriyeyê xwedî hêza biryardanê bin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Remziya Mihemed, destnîşan kir ku şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan xwedî nêrînek ji bo pêşeroja Sûriyeyê ne. Remziye diyar kir ku hedefgirtina wan beşek ji êrişeke berfirehtir bû ku li dijî kesayet û rêberên navdar ên civaka Kurd û Sûriyeyê, di nav de jinên pêşeng pêk hat.

Suad Mistefa, dayika şehîd Hevrîn Xelef, bi bîranîna keça xwe hemû şehîd bi bîr anî û daxwaza edalet û hesabpirsînê ji bo berpirsiyarên kuştina wê kir.

Merasîma bîranînê bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA