Hûsiyan êrîşê balafirgeha navneteweyî ya El Riyad kir

Hûsiyan raghand ku wan bi mûşekek balîstî êrîşî balafirgeha El Melek Xalid a El Riyad kir, hêzên hikûmeta Yemen jî got wan eniya Kehbûb xistine bin serweriya xwe de.

Hûsiyan êrîşê balafirgeha navneteweyî ya El Riyad kir
8 cotmeh, 2026   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Ensar Allah (Hûsî) anî ziman ku wan bi mûşekeke balîstîk li balafirgeha El Melek Xalid a navneteweyî ya li paytexta Erebistan Siûdiyê El Riyad xistine. Siûdiyê jî berî ku Hûsî daxuyanî bide raghandibû ku êrîş li ser balafirgehê çêbûye û di encamê de kesek hatiye kuştin.

Hêzên hikûmeta navendî ya Yemenê jî raghand ku wan di çarçevê operasyona `Fecir El Yemen` de eniya Kehbûb a li ser tengava Bab El Mendeb ketiye bin serweriya wan de.

Kehbûb bi parêzgeha Lehec ve girêdayî ye û dikeve başûrê Yemenê. Di aliyê leşkerî û aborî de stratejîke, ew serweriyê li ser hemû rêyên diçin tengava Bab El Mendeb û perava rojava dike.

(np)