Rejîma Îranê du xwepêşander bidarve kirin

Rejîma Îranê du xwepêşanderên dema dawî yên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bidarve kirin.

Rejîma Îranê du xwepêşander bidarve kirin
5 cotmeh, 2026   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan HRANA têkildarî bicihanîna cezayê darvekirinê yên li du girtiyan agahî da.

Li gorî HRANA’yê cezayê bidarvekirinê yên li xwepêşanderên bi navê Elîzade Sipahî û Elîzade Reîsî li Girîtîgeha Esfehanê hatin bicihanîn.

Hate ragihandin ku berî niha 14 kesên din jî ji heman dosyayê ku weke dosyaya Meydana Elîxanê Esfehanî bû hatibûn bidarvekirin.

Di dewamê de hate destnîşankirin ku Elîzade Sipahî 2001 hatiye dinê û Kanûna 2025’an hatibû girtin.