Jinên li gundewarên Til Temirê malên xwe yên wêrankirî bi destên xwe çêdikin

Jinên koçber ên ku vegeriyane gundên xwe yên li bakurê bajarê Til Temir ji bo tamîrkirina malên xwe yên ku ji şer hatine wêrankirin bi kedeke mezin xebatê didin meşandin, ev rewş asta girêdana wan jinan bi xaka wan dide nîşandan.

12 cotmeh, 2026   06:25
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Bi destên ku bi salan koçberî jiyan kirine, bi îradeya vegerandina herî tiştî wekî beriya dîtina wêraniya şer, jinên ku vedigerin gundên xwe yên bakurê bajarê Til Temir, bi taybet ên li gundê El Şêx Elî rastî tecrubeyeke ji nû de avakirina malên xwe tê.

Jina bi navê Tifaha El Deham di demekê de ku buhayên madeyên avakirinê biha ye û alîkarî kêm e, bi hejmarek jinên li gund re heriyê amadedikin û bi solehê re li hev didin, pê kelpîçan çêdikin û wan kelpîçan ji bo avakirina malan bikartînin.

Rêwîtiya avakirina ji xakê rojên berê jêdera istiqrara malbatan bû, jinan herî kom dikirin, solehê amade dikirin û ava pêwîst dabîndikirin, wan ev made bi hev re dikirin û ew dibû mîna hevîr, paşê dixistin qaliban û zuha dikirin, wê gavê kelpîç çêdibû, pêvajoya avakirina malên axî dem û kedeke mezin dixwaze.

Tifaha El Deham li kêlek jinên din vê xebatê dide meşandin, her yek ji wan karekê dike, bi vî awayî jin bi derfetên xwe yên sînordar li pêşberî rewşên zehmet derdikevin.

Tifaha El Deham dibêje ku vegera li gund rê li ber zehmetiyên ku jiyan dike negirtiye, ew piştî salên koçberiyê dest bi qonaxeke nû ya têkoşîna ji bo ji nû de avakirina mala xwe kiriye, ew ji bo rakirina zehmetiyan xebatên ku hêzeke bedenî ya mezin dixwaze pêk tîne.

Tifaha got: “Ji dema ku ez vegeriyam e, ez bi xwe mala xwe sererast dikim, ez ji bo xwe demeke têrker a rehet û razanê nabînim, lê ez neçar dibim ku xebata xwe ya ji nû de avakirinê pêk bînim da ku ji nû de bijîm.”

Tecrubeya Tifaha û jinên gund rastiya ku şer ferzkiriye ser malbatên ku vedigerin vedibêje, avakirina male pêwîstiyeke ji bo istiqrarê.

Zehmetiyên heyî ya şêniyan ji dawiya sala 2019`an piştî êrişa dewleta Tirk û komên girêdayî wê ya li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, hetanî nêzî bajarê Til Temirê dest pê kir, ev yek hişt ku xelkê gundan ji neçarî ji malên xwe koç bikin.

Piştî îmzekirina Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz de, li herêmê aramiyek hat jiyankirin, malbatên koçber vegeriyan gundên xwe, malên xwe wêrankirî û talankirî dîtin.

(sb)

ANHA